4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye! 2022-08-13 10:13:47   MÊRDÎN - DEDAŞ’ê bi hêceta “ceyrana qaçax” 150 hezar lîre ceza li malbata Bîlen ku li Qoserê dijî biriye. Malbat ji ber vî cezayî 4 meh in di tariyê de dijî.    Malbata Bîlen li taxa Aşitî ya navçeya Qosera Mêrdînê dijî. Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hêceta ku malbat “ceyrana qaçax” bikar aniye, 150 hezar lîre ceza li wan biriye. Malbat ji ber nikare vî deynî bide û ceyrana wan nîne 4 meh in di tariyê de dijî.    Hamdullah Bîlen da zanîn ku pereyê wan nîne ew vî cezayî razînin û her çiqas îtîarazî deyn dike jî tu çareyek ji derdê xwe re nabîne. Bîlen got ew her çiqas bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtinan dike jî lê tu encam ji hevdîtina wan dernakeve û li dijî vê rewşê bi gilî û gazin e. Bîlen anî ziman ku kîjan personele DEDAŞ’ê di ber mala wî re derbas dibe ceza jê re dibire û got: “Ji meha nîsanê ve ceyrana me dibirin. Ji ber nikarim vî cezayî bidim, her ku diçe ev deyn zêdetir dibe. Dewlet li pişt DEDAŞ’ê ye. Pergala mafyayê ye. Em nizanin em ê çi bikin.”    ‘ME ŞEWITANDIN’    Nahîde Bîlen jî destnîşan kir ku ew nizanin wê derdê xwe ji kî re bêjin û wiha got: “Dewleta tirk me şewitand. Heke pereyên me hebûya em ê ji vî welatî bireviyan. Çi dixwazin ji me. Bûye zemanek wisa ku kes nikare xwarinê bixwe. 150 hezar lîre ceza li me birîne. Em ji ku bînin bidin? Em nikarin li zarokên xwe binêrin. Heta êvarê em dixebitin. Yewmiya me têra zarokên me nake. Dibêjin we ‘qaçax’ şixûlandiye. Ev derew e. Ekîbên DEDAŞ’ê hema çi ket ber wan ceza dibirin.”