‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’ 2022-08-13 09:03:33 MÊRSÎN - Îmzekarên kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 jin” ku tiştên ku tên serê girtiya nexweş Aysel Tûglûk wek “hiqûqa dijminatiyê” bi nav kirin û wiha gotin: “Aysel ji ber kurd e, nayê berdan. Divê em piştgiriya ji bo Ayselê berfireh bikin."    Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê, ev salek zêdetir e bi nexweşiya demansê re têdikoşe. Di 1’ê tebaxê de derbarê Serokê 2’yemîn ê Serfermendariya Giştî yê berê Çevîk Bîr ku di encama darizandina Doza 28’ê Sibatê de cezayê muebeda girankirî lê hate birîn ji ber heman nexweşiyê hate berdan, lê di Doza Kobanê de zor li Tûglûk kirin ku parastinê bike. Piştî helwesta “cot standartî” ya dadgehê di raya giştî de nîqaş bi xwe re anîn, di 6’ê tebaxê de derbarê Tûglûk de ji Doza Kobanê biryara berdanê hate dayîn. Lê bi hinceta Tûglûk ji dosyayeke din hikumxwarî ye dîsa nehate berdan.    Îmzekarên kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 jin” ên li Mêrsînê, têkildarî tiştên qewimîn de axivî.   ‘POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ’   Ji Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê parêzer Fîgen Alp, amadekirina Tûglûk a ji bo danişînê, parastina bi darê zorê jê hatiye wergirtin weke “politikaya dijminatiyê” penase kir. Alp, da zanîn ku tevî di rapora Fakulteya Tipê ya Kocaeliye de hatibû diyarkirin ku Tûglûk nikare îfadeyê bide, şandeya dadgehê bi SEGBÎS’ê îfadeya bi darê zorê lê ferz kir û got: “Ji xwe pirs fêm nedikirin, dema parêzerê wê parastin kir ew jî nas nekir. Piştî ev hatin dîtin biryara berdanê hate dayîn lê biryara berdanê bi hinceta parastina wê hate wergirtin hate dayîn. Nexweşiya wê hat paşguhkirin. Weke girtiyên nexweş ên din li Aysel Tûglûkê jî hate sepandin. Îşkenceya li girtîgehan berdewam dike.”   ‘BIRYARA ATK’Ê SIYASÎ YE’   Alp, da zanîn ku dadgeh di çarçoveya fermanên ji desthilatê tên de tevdigere û dixwaze dosyayan di vê çarçoveyê de encam bike. Alp, têkildarî rapora ATK’ê ya derbarê Tûglûkê de ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” ku 3 caran da wiha got: “Biryar siyasî ye. Wergirtina parastina bi darê zorê ya keseke ku niha xwe nas nake û nikare pêdiviyên xwe jî pêşwazî bike ya ji ber rewşeke beriya 7 salan tê sûcdarkirin hiqûqa dijminatiyê ye. Em weke OHD em ê li dijî van bêhiqûqiyan bisekinin û heta Tûglûk were berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   DI KESAYETA TÛGLÛK DE TOL TÊ HILANÎN   Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksoy jî diyar kir ku jinên ku têdikoşin di hedefa dewletan de ne û wiha got: “Tûglûk bi salan e pêşengtiya siyaseta kurd dike, di Tevgera Jinan a Kurd de jî bûye rol model. Nêrîna dewletê ya li dijî jinên kurd nehate guhertin. Hiqûqa dijminatiyê tê nîşandan. Di danişîna dawî bû nîşaneya vê ya şênber. Nekarîna wê ya parastinê, tevî îtîrazên parêzerên wê zordariya dadgehê îşkence bû. Hemû raya giştî dît ku ATK’ê jî bi heman awayî biryareke siyasî da. Tevî ku nexweşa demansê ya giran e jî mayîna wê ya di girtîgehê de ji wan zêdetir biryara desthilatê dide nîşandan.”   MÎNAKA ÇEVÎK BÎR    Goksoy, biryara berdanê ya derbarê Serokê 2’yemîn ê Serfermendariya Giştî yê berê Çevîk Bîr de hatiye dayîn bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Aysel, ji ber ku siyasetmedara jin a kurd e nayê berdan. Ev jî bi awayekî zelal nîşan dide ku biryar siyasî ye. Divê hiqûq bi awayekî rast were xebitandin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em weke ji n divê ji bo Ayselê torên piştevaniyê berfireh bikin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Em ê bi piştevaniya jinan serbikevin.”   MAFÊ TENDURISTIYÊ MAFÊ HERÎ BINGEHÎN E   Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Zeynep Benlî jî ev tişt diyar kirin: “Em weke parazvanên mafên mirovan herkesê vedixwînin hestiyariyê. Mafê girtiyên nexweş ên herî girîng, xwe gihandina tenduristiyê ye. Tenduristî mafê herî mirovî ye. Aysel Tûglûk ji bo siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan. Neberdana Tûglûkê, nîşan dide ku daraz di destê desthilatê de ye. Rewşa wê ne li gorî darizandinê ye. Divê Tûglûk demildest bê berdan û di şertên guncav de were dermankirin.”   MA / Mukadder Akyol