ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-13 09:00:01   * Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin da zanîn ku şaredarên Qileban û Hîlalê yên AKP’yî ku cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û hê li ser kar in û ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ve tên parastin. Kûtlû got: “Bi wêneyê ku bi Soylû re girtin e, parastina xwe dikin.”    * Di girteka têkildarî zarokê bi navê H.E. yê encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndarbûyî hatiye girtin, lewheya hişyariyê weke heye nîşan daye û hate îdiakirin ku kameraya ku herêmê 360 dereceyan kontrol dike, kêliya teqînê nekişandiye.    * Midûrê Girtîgeha Kiriklarê Haydar Alî Ak ku li Girtîgeha Tekîrdaghê ji xwe re digot “Ez berdewama Esat Oktay Yildiran im” carek din tayînî Girtîgeha Tekîrdagê hat kirin.    * Îmzekarên kampanyaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 jin” ku tiştên ku tên serê girtiya nexweş Aysel Tûglûk wek “hiqûqa dijminatiyê” bi nav kirin û wiha gotin: “Aysel ji ber kurd e, nayê berdan. Divê em piştgiriya ji bo Ayselê berfireh bikin." ”   * Prof. Dr. Yasemîn Ozgen diyar kir ku ew bûne şahidê di doza Kobanê de “îşkence û muameleya xerab” li Aysel Tûglûk hatiye kirin û got: “Azadkirina Ayselê deynê stuyê me hemûyan e.”    * Yuksel Bozkûrt li gel ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye jî her sibeh ewilî radibe kakilên guzan bi ben ve dike û êvaran jî kolan kolan digere û bi komkirina plastîkan debara xwe dike. Bozkûrt neçar dimîne ku ji bo dikaribe dermanê xwe bikire û zarokên xwe têr bike, ji serê sibehê heta êvarê bixebite.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 523'emîn de berdewam bike.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê li Hatay û navçeyên wê serdana esnafan bikin û dê beşdarî hevdîtina bi gel re bibe. (11.00-16.30)    * Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'a Amed, Êlih û Îzmîrê dê wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta winakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên cezakirin dê di hefteya 906'emîn de çalakiya xwe bi rêya online li dar bixin. (12.00)    * Li Stenbolê û Enqereyê dê parêzvanên mafê mirovan wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * KCD, TJA, DBP û HDP dê bi dirûşma "Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî" li avahiya HDP'a Sêrtê civîna gel û şahî li dar bixin. (14.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê dê mijara "Rola qeyûman a li ser çand û ziman" panel li avahiya xwe li dar bixe. (15.00)