Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû 2022-08-12 17:09:02   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê cerdevan M.O. yê xwediyê eywana masaja ku tê îdiakirin fihûş lê tê kirin, di şer de bi giranî birîndar bû.    Li ser Cadeya Ravza ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, di navbera xwediyê eywana masajê ku cerdevan e û kesên nasnameya wan nediyar de şer derket. Li gorî îdiayê bi hinceta ku fihûş li eywana masajê hatiye kirin, şêniyên taxê beriya niha jî giliya wê kirine. Lê belê tevî giliyê jî eywanê karê xwe domand û li ser vê yekê di navbera xwediyê eywana masajê yê cerdevan M.O. û gel de nîqaş derket. Bûyer di demekî nêzîk de vegeriya şerê biçek. Di şer de xwediyê eywanê M.O. bi giranî birîndar bû.    M.O. yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.    Têkildarî bûyerê yek ji şêniyên taxê M.A. û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.