Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome 2022-08-12 15:02:25   DENÎZLÎ - Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat, Songul Îlker bi mebesta protestokirina netedawîkirina kurê xwe, li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Di roja duyemîn a çalakiyê de Îlker bang li her kesî kir ku ji bo girtiyên nexweş dengê xwe derxînin.     Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, roj bi roj girantir dibe. Dayika Polat, Songul Îlker ji bo ku kurê wê were tedawîkirin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya Îlker di roja 2’yan de berdewam dike.    Songul Îlker di roja 2’yan a çalakiyê de got ku kurê wê nayê tedawîkirin û wiha domand: “Kurê min dibin nexweşxaneyê lê nayê tedawîkirin. Kurê min çendek meh berê li dijî vê sepanê daxwazname dabû ku ev sewqên nexweşxaneyê bên sekinandin. Dema min pê re hevdîtin kir got; ‘Dema diçim nexweşxaneyê min tedawî nakin. Lewma min bi wan bawerî nîne. Ji ber vê jî min daxwazname nivîsand.’ Di serê kurê min de tumor heye û divê were tedawîkirin. Heke emeliyat nebe dê bimre. Kurê min ê gelek nexweşiyên wî hene ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Weke dayikekê êdî nikarim vê rewşê ragirim. Min jî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Heta kurê min tê tedawîkirin dê ev çalakiya min bidome.”   'DENG BIDIN’   Bi domdarî Îlker ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza min ew e ku şert û mercên tedawîkirinê yên kurê min bi cih bînin û ez li cem wî bim. Banga min ji bo hemû saziyên civaka sivîl, parastvanên mafên mirovan, wekîl û hiqûqnasan ew e ku deng bidin dengê kurê min û hemû girtiyên nexweş. Bila girtiyên nexweş bên berdan û mafê wan ê jiyanê neyê binpêkirin.”