Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin 2022-08-12 14:29:01   RIHA - OHD’a Rihayê rapora çavdêriya têkildarî neheqiyên li Malbata Şenyaşar tên kirin eşkere kir û diyar kir ku bi armanca malbat dest ji berxwedana xwe berde di lêprisînê de pêşketin çênabe û polîs zextan li ser malbatê dikin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê têkildarî neheqiyên li ser Emîne Şenyaşar û lawê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin, “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” amade kir. OHD’ê bi civînek çapemeniyê rapor li avahiya xwe eşkere kir û endamên komeleyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li civînê bûn.    JI BO TÊKBIRINA NOBEDÊ ZEXT HATINE KIRIN   Rêveberê OHD’ê Nîhat Şahîn di civînê de axivî û agahiyên derbarê neheqiyên li ser malbatê tên kirin û pêk nehatina edaletê de agahî dan. Şahîn got armanca wan ew e ku bi vê raporê zextên li ser malbatê tên kirin raya giştî jê agahdar bikin. Şahîn anî ziman ku dema wan rapor amade dikir parêzeran li gel ferdên malbata Şenyaşar hevdîtinan kirine û di berdewama axaftina xwe de behsa lêpirsîn û dozên li malbatê hatine vekirin kir. Şahîn da zanîn ku lêpirsînên derbarê malbatê de hatine vekirin tenê ji bo têkbirina nobeda edaletê ye. Şahîn diyar kir ku bi armanca malbat dest ji berxwedana xwe berde di lêprisînê de pêşketin çênabe û polîs zextan li ser malbatê dikin û dixwazin peşkê li Nobeda Edaletê bixin. Şahîn bang li sazî û dezgehan pêwendîdar kir ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk bînin.