Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne 2022-08-11 16:00:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK'ê Bafil Talebanî anî ziman ku heke krîza li Silêmaniyê bidome wê YNK xwe ji Hikûmeta Herêmê vekişîne.    Medyaya fermî ya YNK’ê ragihand ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di komcivîna duh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert têde amadebû de diyar kir ku heke krîza li Silêmanî bidome wê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) xwe ji Hikûmeta Herêmê vekişîne.    Li gorî nûçeya RojNewsê, di kanala YNK’ê Kurdsat TV de, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku wan di komcivîna duh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert jî tê de amadebû, bi awayekî eşkere anîne ziman ku rewşa Silêmaniyê gelek xirabe ji ber ku piraniya projeyan hatine rawestandin.   Bafil Talebanî wiha got: “Di civînê de me rewşa muçeyên karmendan, alikariya xwendekaran û çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê yên li Silêmaniyê guftugo kir. Heke krîza li Silêmaniyê dom bike, emê xwe ji Hikûmeta Herêmê vekişînin."    Hêjayî gotinê ye ku di komcivîna duh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert têde amadebû li hevnekirin. Her wiha nekarîn roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bikin. Biryar hat girtin ku serê meha îlonê dubare li ser mijara hilbijartinê kom bibin.