Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin 2022-08-11 15:54:29   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de ji xizmên girtiyan Hanim Sever anî ziman ku daxwaza dayikan pêkhatina edaletê ye û wiha got: “Êdî bes e, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ên Îzmîrê, di roja 98’an de domiya. Malbat, îro li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê kom bûn û pêşmalkên “Deng bide zindanan”, "Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêveberên Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Alîaga û Menemenê jî piştgirî dan çalakiyê.    Hevseroka HDP’a Alîagayê Gul Ekîncî di çalakiyê de axivî û got ku ew bi malbatan re ne. Ekîncî, diyar kir ku ew naxwazin mafê jiyanê yê girtiyan bê binpêkirin û wiha got: “Girtîbûna wan nayê wê wateyê ku mafê wan ê jiyanê were binpêkirin. Em dixwazin ku di zûtirin demê de bên tedawîkirin. Hewceye daxwazên mafdar ên dayikan bên qebûlkirin.”    ‘EDALET NEHAT VÎ WELATÎ’   Hevserokê HDP’a Menemenê Ekrem Karakuş jî bi lêv kir ku daxwazên malbatên girtiyan mafdar û rewa ne û wiha pê de çû: “Bi tu awayî edalet nehat vî welatî. Banga me ji bo rayedaran ev e; tekane daxwaza malbatan ew e ku edalet pêk bê. Dixwazin xwedî li zarokên xwe derkevin. Heke dewlet nekare girtiyên nexweş tedawî bike, wê demê bila berde da ku malbatên wan tedawî bikin.”    ‘ÊDÎ KÊR GIHIŞT HESTÎ’   Herî dawî jî xizmên girtiyan Hanim Sever axivî û ev tişt anî ziman: “Mebesta me ya ji vê çalakiyê, edalet e. Di serî de girtiyên nexweş, em edaletê ji bo her kesî dixwazin. Bila zextên li girtîgehan bi dawî bibin û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, bên berdan. Daxwaza me edalet û aştî ye. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin û zext bi dawî bibin. Em dayik êdî nema dikarin vê rewşê ragirin. Kêr gihişt hestî. Êdî bes e.”   Piştî axaftinan jî malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakî bi dirûşman xelas bû.