Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû 2022-08-11 13:59:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Pasdarên rejîma Îranê li bajarê Baneyê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberek birîndar bû.    Pasdarên rejîma Îranê li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand û di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû. Li gorî nûçeya RojNewsê; êriş di saetên êvarê ya duh de qewimî û di êrişê de welatiyê bi navê Keywan Elîpur ê 38 salî bi giranî birîndar bû.    Keywan Elîpur rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî û li wir tê tedawîkirin.