Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê 2022-08-11 10:48:29 ŞIRNEX - Dê qada seyrangehê ku Îdareya Taybet a Şirnexê û DÎKA’yê ji bo amadekirina wê 5 milyon TL xerc kiribûn bidin îhaleyê ku piştre ji ber sexbêra wê nehatibû kirin veguherîbû sergoyê.  Qada seyrangehê ku projeya wê di sala 2014’an de ji hêla Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) û Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû amadekirin û di sala 2018’an de amade bûbû, ji ber nesexbêrkirinê veguherî sergoyê. Ji bo qada seyrangehê 5 milyon TL hatin xerckirin û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê tehsîsa Îdareya Taybet a Bajar rakir û dewrî Şaredariya Şirnexê kir.    Îdareya Xaniyên Komelî (TOKÎ) dê vê qada seyrangehê ku dewrî Şaredariya Şirnexê hatibû kirin, bide îhaleyê. Derdora qada seyrangehê hate berfirehkirin û bi projeya nû re dê bikin “Baxçeyê Milet.” Nayê zanîn bê ka dê ji bo projeya nû bi çiqasî were çêkirin û di projeyê de tê gotin ku dê çayxaneya milet, yekîneyên servîsan, bufe, tesîsên sporê, qadên werzîşê, qadên lîstikan ên zarokan, rêya duçerxê, otopark û hwd. bên çêkirin.