Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin 2022-08-10 10:34:40   ÊLIH - Endamê HPG'ê Kemal Boral ê di şerê li gundê Smaîlka Hezoyê de jiyan xwe ji dest dabû, bi girseyî hat defînkirin.    Cenazeyê Kemal Boral ê di şerê li bejahiya gundê Smalîlka bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve di 8'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê duh li morga Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê cenazeyê Boral teşhîs kir. Malbat piştî teşhîskirinê cenazeyê lawê xwe wergirt û ji bo definkirinê birin gundê Ceznê yê Hezoyê.    Cenazeyê Boral piştî wecîbeyên olî, duh şev bi awayekî girseyî hat veşartin.