Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin 2022-08-09 12:46:52   ÊLIH - Hevserokê HDP’a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî hatin binçavkirin.    Li bajaroka Kaniyahenê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve Hevserokê HDP’ê yê Bajarok Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku leşkeran Yavûz û Şahîn birine Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê. Derbarê hêceta binçavkirinê de agahî nehatin bidestxistin.