308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na 2022-08-09 11:53:08 ENQERE - Akademîsyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesan têkildarî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin û wiha gotin: “Ji bilî desthilatdarî tu kesek ji vî şerî sûd nagire. Nebin şirîkên sûc.”  Akademîsyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesan têkildarî operasyoneke îxtîmal a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin. Di daxuyaniya hevpar de gotin “Nebin şirîkên sûc!” Bi domdarî bal kişandin ser operasyona leşkerî ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û ev tişt hatin parvekirin: “Tê gotin ku niha jî amadekariya operasyoneke leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê/Rojava dikin. Tu sedemeke rewa ya vê tevgerê/şer nîne. ‘Dijminê ku li Sûriyeyê gefê li welatê me dixwe’, tenê hinceteke koalîsyona desthilatdariyê ye. Li wir mileteke heye ku xaka wan hatiye dagirkirin, ji bo parastina gelên xwe, hebûna xwe û pergala xwe têdikoşin û di vê têkoşînê de jî tên kuştin, dikujin, êşên mezin û wêraniyeke mezin dijîn.”    ‘TENÊ BI KÊRÎ BERJEWENDIYÊN DESTHILATDARIYÊ TÊ’    Daxuyanî wiha berdewam kir: “Di vî şerî de ji bilî desthilatdarî û şirîkên wê, berjewendiyên tu derdoreke din nîne. Zarokên me ne ji bo parastina welatê me lê ji bo mayîndebûna desthilatdariyê dimirin û ev şer ziyaneke mezin digihîne 84 milyon welatiyan. Di serdemekî ku bi milyon kes di sînorê birçîtiyê de ne; ji perwerdeyê heta ji ked û tenduristiyê di her alî de pirsgirêkên mezin tên jiyîn û di rewşeke wiha de lêçûnên pir mezin bo çekan û şer tên xerckirin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana 84 milyonan kesan dike. Ji wê hêj wêdetir, pêşeroja me dîl digire û hêviyên me dikuje. Ne tenê zarokên me jiyana xwe ji dest didin, pêşeroja wan jî tarî dibe.    ME DIXWEST MASEYA 6 LING BIBÊJE NA   Heta niha jî ji maseya 6 ling dengekî xurt derneketiye. Me heta niha jî nedîtiye ku we bi dengekî bilind ji şer re gotibe ‘Na.’ Heke hûn dengê xwe ji siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê nekin, dê bibin şirîkên sûcên li dijî gelê me û mirovahiyê û xwîna tê rijandin. Nebin şirîkên tu sûcên vê desthilatdariyê, bi taybet jî şer. Dibe ku hûn ji tawanên weke xayîn, terorîst, alîgirên PKK’ê û hwd. tirsiya bin û hûn tirsiyan ku dengên we kêm bibin. Di halê hazir de bêdengiya we tenê bi kêrî tifaqa Erdogan-Bahçelî hat. Em dixwazin ku hûn dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li dijî şerê li Sûriye û Iraqê tê kirin, li dijî îlhaqkirinê dengê xwe bilind bikin û bi aşkere û bi wêrekî bibêjin ji şer re na.”   KESÊN ÎMZE KIRINE   Kesên daxuyanî îmze kirine ev in:   A. Haluk Unal, A. Tuncer Sumer, Abdo Yilmaz, Abdulgafur Dogru, Abdulhakîm Daş, Abdulkerîm Yakut, Abdullah Demîrbaş, Abdulbakî Erdogmûş, Adnan Gundogan, Adnan Gurcan, Adnan Şanli, Ahmet Aykaç, Ahmet Dumlu, Ahmet Însel, Ahmet Kirim, Ahmet Tuzun, Ahmet Yildirim, Akin Evren, Aksel Agan, Alaattîn Yuksel, Alev Er, Alî Bîlen, Alî Haydar Konca, Arîf Mardîn, Armagan Ozel, Asiye Kolçak, Aslan Demîr, Asli Erdogan, Asuman Bayrak, Atîlla Keskîn, Attîla Durak, Ayetullah Aşîtî, Ayhan Ergenç, Aysun Hobek, Ayşe Erzan, Ayşe Oncu, Ayşe Ozen, Ayşe Sozerî Cemal, Ayşegul Devecîoglû, Ayşen Şahîn, Ayten Gumuşel, Bahadir Altan, Baîse Pirim, Banu Can, Barbaros Şansal, Bariş Ulus, Baskin Oran, Beral Madra, Bîlal Şadî Oguz, Bînnaz Toprak, Bumîn Gunerî, Bulend Tuna, Bulent Atamer, Bulent Bîlmez, Bulent Erdem, Bulent Tekîn, Cabbar Bariş, Cahît Mete, Can Dundar, Cavît Kutaniş, Celal Temel, Cemal Sati, Cengîz Arîn, Cîhangîr Balka, Cuma Çoşan, Çaglayan Uçpinar, Çetîn Alî Nergis, Çetîn Yilmaz, Dilşa Denîz, Dogan Ozguden, Dogan Ozkan, Dursun Bulut, Elîf Aytaç, Emîne Uşakligil, Emre Kutlu, Emsal Orhan, Ender Seren, Enes Atîla Pay, Erdal Karayazgan, Erdogan Aydin, Erdogan Bayram, Erdogan Kahyaoglû, Erol Ozkoray, Esra Koç, Esra Mungan, Fatma Akdokur, Fatma Aytaç, Fatma Bostan Unsal, Fatma Gok, Fatma Mefkure Budak, Faysal Sariyildiz, Fehîm Işik, Fehmî Tek, Ferhat Tunç, Fethiye Çetîn, Fevzî Komurcu, Feyha Karsli, Filîz Kardam, Fîrdevs Nazan Eroglû, Fugen Kanadikirik, Fusun Kaya, Gaye Boralîoglû, Gençay Gursoy, Gonul Ertor, Gulayşe Koçak, Gulden Onal, Gulnur Acar Savran, Gulnur Yilmaz, Gulser Kayir, Gurhan Ertur, Guven Yilmaz, Habîb Bektaş, Hacer Ansal, Hacer Eren, Hadî Cîn, Hakim Tokmak, Halîl Aksoy, Halîl Ergun, Halîl Îbrahîm Yenîgun, Halîs Ertaş, Hamiyet Akkaya, Hanîfe Yuksel, Harûn Toptan, Hasan Cemal, Hasan Ergul, Hasan Fehmî Nemli, Hasîp Kaplan, Hayrî Înonu, Hîkmet Savaş Ektîrîcî, Huseyîn Demîrton, Huseyîn Yilmaz, Husnu Okçuoglû, Îbrahîm Mûtlû, Îbrahîm Yon, Îhsan Dîrek, Îlhan Çelîk, Îlter Sayin, Încî Tugsavul, Îshak Kocabiyik, Îsmaîl Budak, Îsmaîl Duygulu, Îsmaîl Gonen, Îsmet Husrevoglû, Jînî Guneş, Kadîr Amaç, Kadîr Bal, Kahraman Oguz, Kemal Bîlget, Kemal Pekgoz, Kemal Ulaş, Kemal Yuksel, Korkut Akin, Kuvvet Lordoglû, Lale Mansur, Latîf Şîmşek, Lezgîn Botan, Lutfiye Bozdag, M. Emîn Eren, M. Îhsan Çevik, M. Kemal Parlak, M. Saît Yildirim, M. Şîrîn Ozel, Mahînûr Şahbaz, Mazhar Zumrut, Mehmet Alî Çoşkun, Mehmet Altûn, Mehmet Aslan, Mehmet Hanîfî Yangîn, Mehmet Kuzu, Mehmet Nacî Surmelî, Mehmet Parlak, Mehmet Ugur, Mehmet Yucel, Melek Erman Konî, Melek Taylan, Melsa Ararat, Menderes Înanç, Meryem Koray, Metîn Çakan, Metîn V. Bayrak, Mevlut Ulgen, Mîhaîl Vasiliadis, Mukaddes Çelîk, Mûrat Çelîkkan, Mûrat Utku, Mûrathan Mungan, Mustafa O. Sinemîllîoglû, Mubetcel Îlhan, Munîr Korkmaz, N. Suleyman Ozyalçin, Nafiz Ozbek, Nazar Buyum, Nazmî Algan, Nazmî Paylaşmiş, Nebahat Akin, Necîp Alîşan Bekiranli, Necmiye Alpay, Nefîse Bazoglû, Nergiz Ovacik, Nesrîn Aslan, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoglû, Neşe Erdilek, Nevzat Onaran, Nîhat Bûlût, Nîhat Şahbaz, Nîl Mûtlûer, Nîlgun Dogançay, Nîlgun Yûrdalan, Nizamettîn Acar, Nûr Çîgdem Tezel, Nûr Derîş, Nûr Surer, Nûray Tekîn, Nûrcan Baysal, Nûrdan Şahîn, Olcay Şîmşek, Orhan Alkaya, Orhan Dogançay, Orhan Sîlîer, Osman Kirimli, Osman Okkan, Oya Akinci, Oya Baydar, Oya Berk, Omer Akat, Omer Ceylan, Omer Madra, Ragip Zarakolû, Rahmî Yildirim, Rakel Dink, Refet Alî Yalçin, Resûl Sever, Reşo Son, Reyan Tuvi, Riza Turmen, Ruhî Ormeci, Saadet Becerîklî, Saadet Erkuş, Sabahat Yavuz, Sabahattîn Dîrîl, Saîme Erkal, Saît Atalay, Salîh Zekî Tombak, Salman Kaya, Savaş Erdogan, Selahattîn Karavul, Sema Bulutsuz, Sema Gulez, Semîr Ozmen, Semra Eker, Semra Somersan, Sena Kalelî, Serdar Arat, Serdar Keskîn, Serdar M. Degîrmencîoglû, Serhat Bucak, Servet Demîr, Sevgî Bînbîr, Sevîl Peach, Sevîm Cengîzkan, Shleymun Rhawi, Sîbel Yigîtalp, Sûat Bozkuş, Suavî, Sultan Tekînarslan, Suleyman Eryilmaz, Suleyman Karataş, Şahîka Yuksel, Şanar Yurdatapan, Şebnem Ungan, Şefîka Gurbuz, Şenay Feyzîoglû, Şengun Kiliç, Şeref Yildiz, Şukru Aslan, Şukru Turhal, Tacettîn Demîr, Tahsîn Yeşîldere, Talat Kiriş, Tarik Kayakan, Temel Îskît, Toros Korkmaz, Tuna Altinel, Turkan Kentel, Ufuk Daşcan, Umut Anil Ozdogan, Ulku Schneider-Gurkan, Umît Aktaş, Umît Ozdemir, Unal Karasu, Vehbî Mujdecîoglû, Veysî Tokmak, Vîkî Çiprut, Yalçin Ergundogan, Yaprak Zîhnîoglû, Yasemin Bektaş, Yavuz Okçuoglû, Yildiz Tekgonul, Zehra Kabasakal Arat, Zehra Şenoguz, Zekî Oguz, Zekî Ûzûn, Zekiye Guzîn Tumer, Zelîha Karinca, Zeynep Atikkan, Zeynep Selimoglû Akinci, Ziya Halîs.