Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin 2022-08-09 09:55:02 ENQERE - AYM’ê serlêdana malbata Alî Îsmaîl Korkmaz a bi sedema “binpêkirina qedexeya ezyetê” qebûl kir û biryar da ku tazmînat were dayîn û polîs Huseyîn Ergîn dîsa were darizandin.    Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz di sala 2013’an de li Eskîşehîrê di dema çalakiyên Parka Geziyê de li kolanekê ji hêla polîs û sivîlan ve bi lêdanê hatibû qetilkirin. Malbata Korkmaz serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabû û AYM’ê biryara xwe da. Bavê Korkmaz, Şehap Korkmaz, dayika wî Emel Korkmaz û xwîşk û birayên wî Gurkan Korkmaz, Melîke Çakirkaya û Aylîn Taktuk têkildarî bûyerê bi van sedeman serî li AYM’ê dabû: “Lêpirsîneke bibandor a cezayê nehate kirin. Şêweyê kuştinê û encamên neyînî yên beriya mirinê û piştî mirinê êşeke giran bi malbatê da kişandin û mafê me yê jiyanê hate binpêkirin. Her wiha mafê me yê civîn, xwepêşandan û meşan hate binpêkirin û rastî nêzikatiyeke xerab hatin.”    Dadgeha Makeqanûnê têkildarî îdiayên “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin”, “mafê civîn, xwepêşandan û meşê hatiye binpêkirin” û “qedexeya nêzikatiya xerab hatiye binpêkirin”, bi piraniyan dengan û bi hinceta “ji hêla şexs ve bêrayetî” got ku nayên qebûlkirin.    DÊ POLÎS CAREKE DIN WERE DARIZANDIN   Bi domdarî AYM’ê îdiaya “qedexeya ezyetê hatiye binpêkirin” bi piraniya dengan qebûl kir.    AYM’ê biryar da ku tazmînat were dayîn û polîsê bi navê Huseyîn Ergîn jî careke din were darizandin.