ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-09 09:00:18     * Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li her derê cîhanê derketiye û wiha got: “Li dijî neçareserkirina netew dewletê êdî pêdivî bi rêbaza konfederal heye.”   * Rojnameger Aras Îbrahîm, diyar kir ku erîşa li ser Zaxoyê di çerçoveya plana Mîsak-i Mîllî de pêk hat û got: “Li dijî vê komkujiyê jî hikûmeta Iraqê tu parastinek ji bo welatiyan nekir û bêparastin hiştin. Di van hemû komkujî û êrişan de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re heye.”    * Garisê li gundên Sêwregê hatiye çandin ji ber ku DEDAŞ'ê ceyran qut kiriye, zeviyên xelkê bi ziwabûnê re rûbirû mane. Cotkarên ku nikarin avdanê bikin, diyar kirin ku dema bergirtinê ceyran bizanebûn tê birîn û cotkar zirarê dibînin.    * Jinên ku ji Qada Îstasyonê xwestin dijminatiya li ser girtiyên nexweş bê bidawîkirin, bang li her kesê kirin ku li dijî îşkenceya li girtîgehan têbikoşin.    * Welatiyên ku diyar kirin li dijî tecrîdê tev li mitînga ‘Çareserî em in’ a li Stenbolê hate lidarxistin bûn, wiha gotin: “Li Kurdistanê yekane aktor serokatî ye. Me tu car serokatî ji bîr nekiriye.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 519'emîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Ji bo Ûlaş Alankûş ê ku di şerek li Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabû dê li Cemxaneya Gazî ya Stenbolê merasîm bê li darxistin. (14.00)