Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin 2022-08-08 13:40:16   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê 7 girtî bi şewba Covîd-19’ê ketin.   Girtiyê bi navê Şiyar Firat ku li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ew jî di nav de bi giştî 7 girtî bi şewba Covîd-19’ê ketine. Firat, diyar kir ku wî û girtiyên bi navên Muhammed Peksoy, Cemîl Akin, Aslan Îlhan, Mehmet Şukru Gelîr, Mûstafa Akan û Ozcan Uzunyol bi hev re testa koronayê kirine û testa wan pozîtîf derketiye. Bi domdarî Firat ev agahî parve kirin: “Piştî ku encama testa me diyar bûy, em xistin qawîşa karantînayê û piştre birin nexweşxaneyê. Derman dan me û 3 hevalên me yên testa wan neyînî derketî jî birin qawîşeke cuda.”    Firat, got ku rewşa wan a tenduristiyê niha baş e.