Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir! 2022-08-08 12:54:10 RIHA - Waliyê Rihayê Salîh Ayhan germê hêcet nîşan da û ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Dadgeha Rihayê daye destpêkirin, ket roja 518’emîn. Malbat wek her sibehê îro jî ji mala xwe li navçeya Pirsûsê hat ber dadgehê.    MALBATÊ ASTENG DIKIN    Malbatê xwest nobedê li se derenceyên ketina dadgehê bide destpêkirin, lê polîsan astengî derxist. Polîsan bi fermana Walîtiya Rihayê hêceta “li ber avahiyên cemaweriyê li darxistina çalakiyan qedexe ye”, malbatê negirt baxçeyê dadgehê. Polîsan derveyî baxçe li pêşiya bariyerên li ber dadgehê nîşanî malbatê da. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengiyê da û got: “Li şûna ku hûn me asteng dikin, biçin kujeran bibînin, li Pirsûsê bi rehetî diğerin.”    Malbatê li dijî astengiyê got, “Em edaletê dixwazin, em li bin tavê bimînin jî em ê her edaletê bixwazin.” Malbatê di bin germahiya pileya wê 40 nîşan dide li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” rûnişt û dest bi nobeda îro kir.    ‘YÊN KU QETLÎAMÊ KIRINE DI NAVA XELKÊ DE DIGERIN’    Ferît Şenyaşar bertek nîşanî qedexeya ketina baxçeyê dadgehê da û wiha got: “Nobeda me ya edaletê di roja 518’emîn de berdewam dike. Bêedaletî û bêhiqûqî û zilm li me tê kirin. Di serî de Serokkomar, Wezîrê Dadê, gelê Rihayê û Tirkiye hemû bi vê zilmê dizane. Mexdûriyetek mezin li holê ye. Hiqûqa serdestan tê sepandin. Bavê min û du birayê min li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. 4 sal di ser qetlîamê re derbas bûn. Lê yên qetlîamê kirin, hê jî mebûs e. Yên qetlîamê kirin ji 50 kesî zêdetir hê jî di nava xelkê de diğerin. Birayek min jî 4 sal in bi awayek dijhiqûqî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Di rewşek wiha de dê dayikek çawa biçe li malê rûnê?”    ‘BILA WALÎ WERE LI DAYÊ GUHDAR BIKE’    Şenyaşar bal kişand ser germahiya hewayê û wiha got: “Ji ber germê me nobeda xwe ya edaletê li baxçeyê dadgehê digirt. Lê belê ew waliyê Rihayê ku dibêje, ‘ez di nava gel de me û li pirsgirêkên gel guhdar dikim’ li ser fermana wî baxçeyê dadgehê li me qedexe kirin. Cihê waliyê ku li pirsgirêkên gel guhdar dike û cihê em lê nobedê digirin, 200 metre ji hev dûr e. Her roj li vir hawara daye bilind dibe. Walî her roj viya dibihîze. Heke ku dibêje ez alîgirê gel im, bila were li dayê guhdar bike.”    ‘100 POLÎS LI BENDA BINÇAVKIRINA ME AMADE NE’   Şenyaşar anî ziman ku ji bo hevdîtina li gel Waliyê Rihayê Salîh Ayhan daxwaz kiriye lê bersivek negirtiye û wiha axivî: “Hê jî vê daxwaza me nehatiye qebûlkirin. Li şûna daxwaza me erê bikin, bariyeran datînin pêşiya me. Em van bariyeran derbs bikin, 100 polîs ji bo binçavkirina me di amadehiyê de ne. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Wê rojek dewlet ji vê dayikê lêborînê bixwaze. Bila ev zilm zêdetir dewam neke. Em tenê dixwazin hiqûqa nivîsandî bê sepandin û wek din jî daxwazek me nîne.”