Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn 2022-08-08 11:56:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Denîz Firat di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmûrê hat bibîranîn. Hempîşeyên Denîz Firat di merasîmê de anîn ziman ku Denîz Firat di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya û dê li ser rêya wê bimeşin. Rojnameger Denîz Firat di sala 2014'an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand, di êrişeke DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya 8’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Denîz Firat de li Mexmûrê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.    Di merasîmê de li gel malbata Denîz Firat, her wiha hevalên wê yên rojnameger û bi dehan şêniyên wargehê jî amade bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê hempîşeyên Firat, rojnameger Bêrîvan Tunç axivî.    ‘HETA DAWIYÊ BO GELÊ XWE TÊKOŞIYA’   Tunç, da zanîn ku Denîz Firat di temenekî biçûk de dest bi xebatê kir û wiha got: “Heta roja şehadeta xwe jî ji bo azadiya gelê kurd xebitî. Dema li Wargeha Mexmûrê dixebitî, ji bo hemû ciwan û zarokên Mexmûrê bû çavkaniyeke sûdwergirtinê. Ji bo ku êşên gelê kurd bi raya giştî re parve bike, her tim têkoşiya. Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Mexmûrê bi raya giştî re parve kir û di vê oxirê de şehîd bû. Em di şexsê Şehîd Denîz, Şehîd Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad de hemû êrişên ser rojnamegeran şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pey doza şehîd Denîz bin.”   ‘EM Ê LI PEY DOZA WÊ BIN’   Piştre jî dayika Denîz Firat, Sûltan Yildiztan axivî û ev tişt anî ziman: “Di şexsê şehîd Denîz de hemû şehîdên çapemeniya azadiyê bi bîr tînim. Weke malbata şehîd Denîz em ê her tim li pey doza Rêber Apo û şehîdan bin.”   Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.