30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin 2022-08-08 09:01:46 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Selîm Ertene ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, li gel ku cezayê xwe temam kir jî lê berdana wî 6 meh hat taloqkirin.  Selîm Ertene ku di Girtîgeha Rîze Kalkandere Tîpa L'yê de girtiye tevî ku înfaz ango cezayê xwe temam kiriye jî lê dîsa jî nayê berdan. Ertene ku di sala 1992'yan de hatiye girtin û bi îdiaya "endamê rêxistinê", "nîzameya destûra bingehîn ji holê rakirin" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Ertene ku 30 sal in di girtîgehê de ye heta niha li girtîgehên Meletî, Edene, Yozgat, Dîlok, Mîdyad û herî dawî jî sirgûnî girtîgeha Rîze Kalkanderê ya Tîpa L'yê hatiye kirin û ev 15 sal in jî li wir tê girtin. Ertene di 20 saliya xwe de tê girtin û niha 50 salî ye. Ertene ku înfaza xwe temam kiriye divê di 28'ê tîrmehê de bihata berdan lê dozgerê Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta ku Ertene di sala 2012'an de kameraya girtîgehê şikandiye berdana wî 6 meh taloq kir. Birayê Ertene, Recep Ertene bertek nîşanî taloqkirina berdanê da.    'DIYA MIN Û BAVÊ MIN AZADIYA WÎ NEDÎTIN'      Recep Ertene anî ziman ku ev 30 sal in ew zehmetiyeke mezin dikêşin û taloqkirina berdana birayê wî nayê qebûl kirin û wiha axivî: "Ev 30 sal in birayê min di girtîgehê de ye. Cezayê wî di 28'ê tîrmehê de  xelas bû. Lê belê berdana wî 6 mehan  taloq kirin. Ew 20 salî bû hat girtin û niha 50 salî ye. 15 sal in jî li girtîgeha Rîzeyê tê ragirtin. Ji ber ku dûr e em nikarin her carê biçin hevdîtinên wî jî. Dû bavê min beriya azadiya wî bibînin koç kirin. Hemin cezayê wî xelas bûye hûn çima bernadin? Yan jî bînin ciheke nêzîkî me da em bikaribin biçin hevditinên wî. Em du sê rojan bi rê de dimînin heta ku em digihîjin wê derê. Ji me re zehmet e."     'HIQÛQÊ PÊK BÎNIN'      Ertene bi lêv kir ku taloqkirina cezayê birayê wî li dijî hiqûqê ye û got: "Di Tirkiyeyê de hiqûq tune ye. Ev tiştê ku îro dikin li dijî hiqûqê ye. Di dinyayê de li ku derê tişteke wiha heye? Piştî ku kes cezayê xwe xelas dike tê berdan. Heke cezayeke wî hebe bidin lê cezayê wî nema. 30 sal danê û ev 30 sal jî xelas kirin. Ne tenê birayê min di vê rewşê de ye. Heta niha gelek girtî rastî heman pêkanînê hatin. Wezîrê Dadê divê ku li ser vê mijarê bisekine. Ev mirov tên maxdûrkirin. Cezayê xwe xelas kiriye lê bi hincetên cuda bernadin. Dewletê bi xwe evqas ceza danê. Hikûmeta îro jî li cem xwe cezayeke din dinivîse. Naxwazin berdin û hinceta derdixin. Çi kiriye? Sûcê wî xelas bûye. Lê dîsa jî naxwazin berdin. Nexweşa bernadin wê van çawa berdin. Wisa dixuye ku ji wan re dibêjin, 'bêjin em poşmanin'. Miroveke ku 30 sal di girtîgehê de bimîne wê çawa bibêje ez poşmanim? Emrê wî hemû li hefsê derbas bû wê çawa tişteke wiha bibêje. Divê hiqûqê pêk bînin û demildest berdin."