Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin 2022-08-07 20:16:03 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek da zanîn ku CHP ji bo AKP’ê tengav bike dixwaze Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gorî berjewendiyên xwe bikarbîne û got: “Heke hûn bixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin hûn ê vîn û berdevkê gelê kurd nas bikin.”   Mitînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê li dar dixe berdewam dike. Bi qada ku bi alên HDP'ê hate xemilandin ve pankarta ku dirûşmeya mitîngê li ser dinivîsî ya kurdî û tirkî hate daliqandin. Her wiha pankarta "Bila Aysel Tûglûk were berdan" jî li qadê hate daliqandin.   ‘ŞER LI SER KURDAN TÊ FERZKIRIN’   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ê di mitîngê de axivî, destnîşan kir ku li dijî şer û mêtîngeriyê ne û wiha got: “Bi sala ne bêyî lêbê bele me ji şer re got na. Me di têkoşîna bi dehan salan de ji bo li van xakan veguherîna demokratîk a mayînde pêk were bihezaran bedel dan. Desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkaya xwe ya derewan didomîne. Dibêjin em herêmî û neteweyî ne. Em dibêjin, ‘herin ji wir’. Gelo yên ku gelê xwe di sînorê birçîbûnê de dihêlin dikarin bibin gelparêz? Yên ku di şerê Ukrayna û Rûsyayê de dibêjin sefîrên aştiyê ne, li her dera erdnîgariyê şer li ser gelê kurd ferz dikin.”   LI DIJÎ ŞER AZADΠ   Çiçek, diyar kir ku desthilat dijminê gel e û wê li dijî vê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidin û wiha berdewam kir: “Herî dawî pirsên KPSS’yê hatin dizîn, berpisyarên sereke yên vê pîlana diziyê diyar in. Ev hikûmet dixwaze her tiştê me bidize. Ew dizên ku ji bo nixumandina dizîtiya xwe hewl didin siyaseta şer, bibi derveyî sînor. Em dixwazin vê yekê bînin bîra sîstema zext û diziyê; Hemû şer ji aliyê dizên ku dixwazin ciwanan bibin eniya şer ve tên derxistin. Ji bo ku desthila li piyan bisekine, serdestiya we berdewam bike... Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî rejîma dijminatiyê li gelan dike deynê stûyê me ye.”   BINGEHÊ ÊRIŞAN   Çîçek, da zanîn ku li dijî jinan, xwezayê, elewiyan, kedkaran û gelê kurd şer hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Dewlemend şerî derdixînin û di şer de xizan dimirin. Ev bingeha dijberiya me ya şer e. Em naxwazin gelên kedkar ên Tirkiyeyê û zarokên gelê kurd di vî şerî de jiyana xwe ji dest bidin. Di bingeha êrişên li dijî me tê kirin de jî ev heye.”   BERTEK NÎŞANÎ MUXALEFETÊ DA   Çîçek, bertek nîşanî helwesta muxalefetê ya li dijî polîtîkayên şer a desthilatê da û wiha domand: “Tenê ji ber ku ez ê AKP’ê tengav bikim, hûn nikarin fikr û pêşdîtinên Birêz Ocalan ê li Îmraliyê bikin amûr. Eger hûn çareseriya demokratîk a mayînde ya pirsgirêka kurd bixwazin, hûn ê lê binêrin bê gelê kurd çi dibêje. Hûn ê vîn û berdevkê gelê kurd nas bikin. Bi hevrikiya neteweperestiyê û hembêzkirina gotinên nîjadperestiyê re hûn nikarin bi AKP'ê re mijûl bibin. Ji ber ku di vê mijarê de desthilateke ji we şarezatir heye.”   HIŞYAR KIR   Çîçek, ê bi lêv kir ku bi dehan sal in têdikoşin û muxalefet hişyar kir ku vê têkoşînê paşguh nekin, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Encamên înkarê yên pevçûna 50 salan nîşan da. Em ji bo ku careke din bên înkar kirin evqas bedel nadin. Em ên ku din av HDP’ê de hatin cem hev, li sêgoşeya girtîgeh, sirgun û mirinê nirx berhev kirin. Em careke din bang li dost û dijminan dikin ku ger kesek ji we bipirse hûn kî ne, em kî ne? Hûn dizanin? Em Selahattîn Demîrtaş ê li Zindana Edîrneyê tê ragirtin in. Em li Zindana Kandirayê Fîgen Yuksekdag in. Em careke din ji guhên ku nabîhizin re diqîrin; em li Kandirayê girtiya nexweş Aysel Tûglûk in, li sirgunê Hatîp Dîcle û Ertûgrûl Kurkçu ne. Em li Îzmîrê Denîz Poyraz, li Amedê Tahîr Elçî, li Parîsê Yilmaz Guney, Ahmet Kaya ne.”