Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye 2022-08-07 17:22:33 STENBOL - Bi hezaran kesên ku qada mitînga HDP’ê bi dirûşmeya “Çareserî em in” li Qada Kartalê li dar dixe bi devî re dagirtin, bi yek dengî qîr kirin ku çareserî HDP ye.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîng li dar dixe. Bi hezaran kes diherike qada mitîngê. Bi qada ku bi alên HDP'ê hate xemilandin ve pankarta ku dirûşmeya mitîngê li ser dinivîsî ya kurdî û tirkî hate daliqandin. Her wiha pankarta "Bila Aysel Tûglûk were berdan" jî li qadê hate daliqandin.    Girse ji çar noxteyan dikevin li qada ku mitîng tê li dar xistin. Polîs li her noxteyê kesên ku dixwazin tev li mitîngê bibin ji serî heta binî lêgerîn dikin. Polîsan ji ber cil û bergên kurdî li ber zarokekî 10 salî bûn, ew negirtin hundir.  JINAN DÎMENÊN RENGÎN DERXISTIN HOLÊ    Tevî astengkirinê jî bi hezaran kes diherikin Qada Kartalê. Ji Edîrne, Bûrsa, Kocaelî û Stenbolê bi hezaran kes bi wesayîtên veguhestinê yên komî û bi otobusan dest bi herikîna qadê kirin. Welatiyên di wesayîtên veguhestinê yên komî de bi stran û tilîliyan govend gerandin, dîmenên rengîn derxistin holê. Dîsa cil û bergên jinan ên rengîn bal kişandin ser xwe.    JI BO TÛGLÛKÊ DAXWAZA AZADIYÊ   Bi sedan jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi posterê mezin ê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a girtî ketin qadê. Tililî û çepikên jinên ku ji Cadeya Bankayan heta qada mitîngê meşiyan qet nesikinîn. Di meşê de ji girtiyên nexweş re daxwaza azadiyê hate kirin. Cil û bergên jinan ên kurdî bal kişandin ser xwe û jinan di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" , "Aysel Tûglûk rûmeta me ye" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.    NOBETA JI BO EDALETÊ DI MITÎNGÊ DE YE   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûve Avabûna Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Halkevlerî, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, rêxistinên navçeyê yên Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), KOZ, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Ozgur Lîse, Kaldiraç û nûnerên gelek jin û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî mîtîngê bûn. Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin nobeta edaletê digirin jî beşdarî mitîngê bûn.    DIRÛŞMEYÊN JI BO OCALAN   Qada mitîngê di demekî kurt de tejî bû. Coşa li qada mitîngê jî her ku diçe zêde dibe. Girseya her ku diçe hejmara wê zêde dibe li ber stranên ku li ser dikê tên lêxisitn govendê digerînin. Girseya tevî hewayê germ qadê dadigire her tim dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana zindanan" û "HDP gel e gel li vir e berz dike.    Mitîngê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Girseyê ji bo gotinên Komîteya Amadekar a Mitîngê ya “Yên dibêjin 'partiya tabela' wê bibînin bê kî partiya tabelayê ye" li çepikan dan.  BI HEZARAN ÇARESERÎ XWEST  Pişt re Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu da xuyakirin ku tev li bûna xurt a mitinge careke din hêza partiya wan nîşan daye û destnîşan kir ku tu hêz nikarin HDP’ê bigirin.  Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol jî wiha got: “Em wêneyekê ji vê qadê bigirin ku karibin bibînin.” Dû re Bîrol pirsa “Karker, kedkar, jin, ciwan, elewî, sûnî, yên ji bo baweriya xwe azadiyê dixwazin, gelê kurd, tirk li vir in?” ji girseyê pirsî. Bi hezaran kesî bi yek dengî bersiva, “Li vir e” dan. Bîrol li dijî şer, kedxwarî, tecrîd û derewan navnîşana çareseriyê ji hezaran kesî pirsî. Bi hezaran kesan bi yekdengî bersiva “HDP’ê” dan.