OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin 2022-08-07 14:13:53 AMED - OHD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re kete sala 3’yan û ev tişt got “Ji bo pêşerojeke demokratîk, azad û aştiyane, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi minasebeta ku qedexeya hevdîtinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 3’yan, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û ev tişt hatin gotin: “Weke ku tê zanîn birêz Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Rejîma îşkenceyê lê hatiye ferzkirin û di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di sala 2015’an de sewqî Îmraliyê hatin kirin û ji wê rojê heta niha ew jî ketine ber çerxa îzolasyona li Îmraliyê. Van girtiyan tenê yek rojê jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Ji sala 2011’an ve destûr nehat dayîn ku birêz Ocalan gel parêzerên xwe hevdîtinê bike û di sala 2019’an de jî piştî grevên birçîbûnê, ji meha gulanê heta tebaxê 5 caran hevdîtin kirin. Wezîrê edaletê yê wê demê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin. Lê belê piştî hevdîtina parêzeran a di 7’ê tebaxa 2019’an heta niha destûr nedan ku parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gel mafê hevdîtinê yê parêzeran re, her wiha hevdîtina bi malbat û vasî re, mafên telefon û nameyan jî bi awayekî derhiqûqî û derqanûnî hatine binpêkirin.”   JI STATÛYA HIQÛQÊ BÊPAR DIHÊLIN   Di berdewama daxuyaniyê de OHD’ê bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de sepanên li Îmraliyê weke îşkence destnîşan kiriye û wiha pê de çû: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê jî piştî hinek lêkolînan heman tespît kir. Sepanên li Îmraliyê, binpêkirinên mafên mirovan ên giran in. Bi milyonan kes birêz Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibîne. Birêz Ocalan weke kirdeya hiqûqê maf û hiqûqê nayê qebûlkirin û ji statûya hiqûqê bêpar tê hiştin. Polîtîkayên tunekirin, tunehesibandin û pişaftinê li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de tên sepandin û ev bêstatûhiştina birêz Ocalan a ji hêla hiqûqî ve û polîtîkayên neçareseriyê ya di pirsgirêka kurd de hev xweyî dikin.”    ‘DIVÊ TECRÎD TEQEZ BÊ RAKIRIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo pêşerojeke demokratîk, azad û aştiyane, divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê gelê kurd û dostên wan, parastvanên hiqûq û mafên mirovan ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe ya hiqûqî hîn mezintir bikin. Divê were zanîn ku polîtîkayên tecrîd û neçareseriyê neçarî têkçûnê ne. Hewceye di zûtirin demê de dawî li tecrîda ser birêz Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş were rakirin û bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Tekane çareseriya krîza hiqûqî û siyasî ya derketî holê ew e ku ev sepana tecrîdê ji holê bê rakirin û rêbaza guftûgoyê bê ceribandin.”