10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-08-07 14:12:48   AMED - Li Amedê 2 jê zarok 10 kesên ku piştî mitînga HDP hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh piştî mitînga Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya li Qada Îstasyona Amedê, bi hinceta ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirine, 2 jê zarok 9 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Dema ku polîsan van welatiyan kir binçavan, tundiyê jî li wan kiribû.     Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çêrmûga Amedê Berat Can jî ji bo tev li mitînga li Qada Îstasyonê bibe li navçeya Erxeniyê di rê de hatibû binçavkirin. Can piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan hat berdan.