Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir 2022-08-07 13:46:59 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ev 3 sal in bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin û wiha got: “Ji bo dewleteke demokratîk û hiqûqê, banga me li tevahiya raya giştî ew e ku di mijara tecrîda girankirî ya dermirovî ya li Îmraliyê bihestiyar tevbigerin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî qedexeya hevdîtinê ku ev 3 sal in didome, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.    ‘HEVDÎTIN BI AWAYEKÎ DERHIQUQÎ TÊN ASTENGKIRIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku miwekîlê wan ev 3 sal in ji mafên xwe yên ku di qanûnên navxweyî û gerdûnî de hatine destnîşankirin nikare sûd bigire. Bi domdarî hat gotin ku piştî hevdîtina parêzeran a di 27’ê tîrmeha sala 2011’an û 2’yê gulana sala 2019’an, hemû serlêdanên bi daxwaza hevdîtinê tên kirin bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin.    ‘GREVAN TECRÎD HETA ASTEKÎ ŞIKAND’   Buroyê diyar kir ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û ev tişt parve kirin: “Greva birçîbûnê li girtîgehan jî berbelav bû û bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Greva birçîbûnê ev tecrîda girankirî heta astekî şikand.”    ‘ÎRADEYA SIYASÎ LI ÎMRALIYÊ DIYARKER E’    Parêzeran bi bîr xist ku di hevdîtinên parêzeran ên di nava 3 mehan de Ocalan ji raya giştî re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane amade ye û daxuyanî wiha domiya: “Her wiha greva birçîbûnê bi dawî kir. Demekî kin piştî hevdîtina parêzeran a di 2’yê gulana 2019’an de, wezîrê edaletê bixwe di 16’ê gulana 2019’an de derket pêşberî kamerayan û da zanîn ku ji bo hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê pirsgirêkeke hiqûqî nema ye. Lê mixabin piştî hevdîtina di 7’ê tebaxa 2019’an de, hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin red kirin. Ji wê rojê heta niha li Îmraliyê tenê yek hevdîtina parêzeran çênebûye. Grevên birçîbûnê yên wê demê hatine kirin û daxuyaniyên wezîrê edaletê yên piştre nîşan didin ku di esasê xwe de li Îmraliyê ne hiqûq lê polîtîkayên îradeya siyasî diyarker e.    KIRASÊ QANÛNÊ LI QEDEXEYAN KIRIN   Ji hevdîtina di 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, di nava 5 salan de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji hêla rayedaran ve bi hinceta ‘rewşa hewa xerabe’ yan jî ‘keştî xerabe ye’ hatin redkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê OHAL hat ragihandin û Dadgeriya Înfazê ya Bursayê weke karê destpêkê biryar da ku hevdîtina parêzaran a li Îmraliyê bê qedexekirin. Di demên piştre jî bi awayekî derhiqûqî, bi biryarnameke OHAL’ê pêşiya van qedexeya hate vekirin û hewl dan kirasekî ‘qanûnî’ li van qedexeyan bikin. Bi vê yekê re di pergala hiqûqê ya tirk de cara ewile ku bi vesazkirineke nû re nûnertiya şexsan a li ser parêzeran hate bisînorkirin -li Îmraliyê di fiîliyaetê de bi tevahî hate rakirin-  Ji bo ku nîşan bidin bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bandoreke çiqas neyînî li ser pergala hiqûqê dike, em dixwazin vê bibêjin; vesazkirina ku ne mafê parêzeran ê şexsan lê parastina parêzeran a miwekîlan qedexe dike, di sala 2004’an de bi hedefgirtina miwekîlê me Abdullah Ocalan hatibû derxistin. Çawa ku ev xala qanûnê kete meriyetê, ji bo 15 parêzerên Ocalan biryara qedexeya hevdîtinê ya heta salekê hat dayîn. Di demên piştre de jî bi hinceta vê qanûnê gelek caran ji bo hevdîtina parêzaran a bi birêz Ocalan re biryarên qedexeyê hatin derxistin.    HIQÛQÊ LI GORÎ CEZAYAN ÇÊDIKIN   Wezîrê edaletê di sala 2019’an de got; ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzerên xwe re êdî tu pirsgirêkeke hiqûqî nema ye.’ Lê Dadgeriya Înfazê demekî kin piştî 15’ê tîrmeha sala 2016’an, OHAL ji xwe re kir hincet û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan da ku ev qedexeye her tim tê dirêjkirin. Ji wê dîrokê heta niha jî ev qedexeye bi awayekî rêk û pêk tên domandin. Bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan jî nahêlin em bi miwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konari, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku ev biryarên qedexeyê, tu şertên xala eleqedar a li Qanûna Înfazkirina Ceza hatiye zêdekirin di xwe de nahewîne ku ji bo cezayan li hiqûqê bînin hatibû zêdekirin.    BÊHIQÛQÎ Û SEPANÊN KEYFÎ   Yek ji mînakên herî şênber ên ku nîşan dide bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê çiqas keyfî û derhiqûqî ye jî ev e; ji bilî birêz Ocalan her sê miwekîlên me yên din di çileya sala 2015’an de anîn Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdan tên kirin lê heta niha yek carê jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Lê beriya ku bînin Îmraliyê, li girtîgehên ku lê dihatin ragirtin û statûya wan û ya Girtîgeha Îmraliyê heman e, beriya ku sînorekê demê hebe di nava hefteyê de her roj dikariyan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.    Miwekîlê me di nava şert û mercên giran de tê ragirtin û di nava 11 salan de me tenê 5 caran karî pê re hevdîtinê bikin û ev 17 meh in jî em tu agahiyan jê nagirin. Weke parêzerên wî em di serî de baroyan, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û raya giştî dikin û diprisin; ‘Gelo ma dibe ku ev rewş rewşeke asayî bê dîtin? Ma girtîgeheke mîna Îmraliyê ku yek sivîlek nikare gavekê biavêje li welatekê ku di Makeqanûnê wê de ‘dewleta hiqûqê’ tê nivîsandin dibe? Gelo ma dibe ku pergala hiqûqê jî mîna pergala tecrîdê ya Îmraliyê weke çalereşeke asayî bê dîtin? Dê civaka Tirkiyeyê heta kengî li hemberî vê bêhiqûqiya li tu devera cîhanê neyî bêdeng bimîne û rastiyan jinedîtî ve bê?’    BANGA HESTIYARIYÊ   Em dixwazin bi bîr bixin ku pergalên hiqûqê rewşên wiha yên ‘îstîsna’ nikarin heta demekî dirêj ragirin. Demekî piştre li seranserî pergalê belav dibe û pergalê têxe rewşeke wisa ku nikare bixebite. Rewşa civakî, siyasî û aborî ya îro li Tirkiyeyê jî nîşaneya vê rastiyê ye. Ji bo aştiya civakê û dewleteke demokratîk û hiqûqê, divê tevahiya raya giştî vê rastiyê bibîne û ji vê neheqî û bêhiqûqiyê re bibêje êdî bes e. Banga me li hemû kesî ew e ku li dijî tecrîda dermirovî ya li Îmraliyê bi hestiyarî tevbigerin.”