Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin 2022-08-07 13:46:18 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar serdana partiyên Kurdistanî kir û diyar kir ku ew armanc dikin tifaqên berfireh û têkoşînek hevpar li ji bo guhertina zîhniyet û pergalê bikin û ew ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re ragihînin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar duh beşdarî mitînga partiya xwe ya li Amedê bû û îrojî serdana partiyên Kurdistanê yên li Amedê kir. Sancar serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokratîk (DDKD) kir. Sancar ewilî serdana Navenda Giştî ya DBP’ê kir. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz pêşwazî li Sancar kir.    Salîha Aydenîz bal kişand ser mitînga duh a li Qada Îstasyonê û gel tevî hemû astengî û hewa germ jî xwedî li fikriyata HDP’ê derket û got: “Xelkê me carek din nîşan da û got çi dibe bila bibe ez xwedî li partiya xwe derdikevim. Herî zêde HDP daxwaza ziman û çanda kurdan tîne ziman. Ew têkoşîna azadiya gelê kurd dike. HDP ji bo gelan, jinan û ciwanan dibe hêvî û ev hêvîbûna wê didome.”    ‘DI MITÎNGÊ DE XELK XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET’    Sancar jî da zanîn ku wî serdanên xwe yên ji bo partiyên “Tifaqa Kurdistanî” bi DBP’ê daye destpêkirin û ji bo ew pirsgirêka kurd bi rêya çareseriya demokratîk û aştiyane çareser bikin dibin hêviya gelan. Sancar anî ziman ku wî di mitîngê de biryardariya gel carek din dîtiye û peyama gel eşkere bû û xwedî li îradeya xwe derket.    ‘ŞERT Û MERC ÇI DIBIN BILA BIBIN EM Ê RÊ VEKIN’    Sancar anî ziman ku mîsyona wan bingehîn ew e ku ew dixwazin destpêkek nû bidin afirandin û armanca wan ji guhertina îktidarê bêtir ew e ku zîhniyet û pergalê biguherînin û wiha got: “Ev jî bi tifaqek berfirehkirî û têkoşînek hevpar mimkin e. Em di ferqa vê yekê de ne. Vê tifaqa em jê re dibêjin tifaqa demokrasiyê çend stûnên wê hene. Yek ji qismên tifaqê ew e ku me tifaqek bi 6 partiyên çep û çegir re kiriye. Xebatên me yên bi komên baweriyan re didomin. Xebatên me yên li gel tevgera kedêı, tevgera jinan û tevgera ekolojiye re jî didomin. Dema em van hemûyan bigihînin hev şert û merc çi dibin bila bibin, em ê bi ser bikevin.”    Sancar da zanîn ku ew mafê hemû gelên li Tirkiyeyê diparêzin û got: “Mafên kurdan û mafên hemû gelên gindest vî welatî eleqedar dike. Lewma em dikarin bi tifaqa demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser bikin.”   'AYDENÎZ RÛMETA GELÊ KURD E’    Sancar diyar kir ku serdana wan ji bo DBP'ê xwedî wateyek taybet e û wiha axivî: “Salîha Aydenîz kirine hedef. Pêvajoya ji bo rakirina parêzbendiya wê didome. Lê em dibêjin Salîha Aydenîz ûmet û îradeya me ye. Di şexsê wê de ev êriş li dijî DBP’ê û gelê kurd pêk hatiye. Em ê heta dawiyê li dijî vê êrişê rawestin û van lîstikan pûç bikin. Ez ji vê serdanê serbilind im.”    Sancar pişt re çû serdana KDP-T’yê û li avahiya Serokatiya Bajêr a Amedê Serokê Giştî Mehmet Emîn Kardaş pêşwaziya Sancar kir. Sancar bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Sancar li dijî zextên tên kirin wiha got: “Her ku li dijî HDP’ê zext zêde dibin, xwedîderketina wê jî zêdetir dibe. Em her tim dibêjin gerek em van zextan tenê ne li dijî HDP’ê bibînin. Ev  êriş li aliyekî li dijî îradeya gelê kurd pêk tên li aliyekî jî li dijî hêzên herî dînamkî ên têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê pêk tên. Me li dijî van êrişan û dorpêçkirinan hedefa bingehîn Tifaqa Demokrasiyê daniye pêşiya xwe.”   ‘KURDISTANÊ VEGUHERANDINE QADA ŞEREK DIJWAR’    Sancar destnîşan kir ku operasyonên tên kirin Kurdistanê veguherandine qada şerek dijwar û wiha axivî: “Em dixwazin bi vê serdanê partiyan agahdar bikin û ji fikir bidin hev û ji hev bistînin. Em vê bêjin, îro îktidar têk diçe, dihele û deşifre dibe. Di serdemên wiha de îktidar dema dikeve tengaviyê hêviyê di polîtîkayên dijminatî, cihêkarî û şer de dibîne. Em jî dibêjin ku ev şer hilweşandinek mezin bi xwe re tîne. Niha bi şerê li dijî Başûrê Kurdistanê, amadekariyên êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, dixwazin Kurdistanê veguherînin qada şerek dijwar û hilweşîner. Lê wê ev şer tenê bi başûr û rojavayê Kurdistanê ve bi sînor nemine. Helbet wê tevahiya hevsengiya siyaseta li Tirkiyeyê bandor bike. Di heman demê de wê encamên xerab li ser Rojhilata Navîn bike.    Em neçarin li dijî van polîtîkayên şer derkevin. Dijderketina şer wê me bibe ber bi jiyanek hevpar û azad ve. Em dikarin vî şerî bi têkoşînek hevpar a bi piştgiriya gelê kurd û gelên din rawestînin.”    ‘EM Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ DI 25’Ê TEBAXÊ DE RAGIHÎNIN’    Sancar destnîşan kir ku ew ê “Tifaqa Demokrasiyê” ku negot kî di nav de ye dê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re ragihînin û wiha berdewam kir: “Bi hin partiyên kurdî re xebatek me di sala 2018’an de dest pê kir û ev xebat di hilbijartina xwecihî ya 2019’an de şênber bû. Xebata me didome. Em di çarçoveya tifaqa demokrasiye de ji bo yekitiyek din jî ava bikin xebatên me didomin. Em ê xebata xwe ya havper a bi maseya 7 sazî û partiyan re di 25’ê Tebaxê de ragihînin. Lê lingê vê tifaqê yê Kurdistanê gelek girîng e. Bi taybetî geşedanên li Kurdistanê diqewimin, dike ku em bernameyek hevpar pêk bînin û ev ji her demê lezgîntir bûye.”    ‘EM Ê TIFAQA KURDÎ ŞÊNBER BIKIN’   Sancar diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinên xwe yên tifaqê ku dimeşînin di çarçoveyek berfireh de berdewam bikin û wiha axivî: “Heta niha xebatên li gel partiyên kurdî ji bo bigihîje tifaqek mayînde hin xebat hatin kirin. Çarçoveyek vê xebatê hat çêkirin. Komxebat û konferans hatin lidarxistin. Em êdî dixwazin viya bi awayek fermî ragihînin. Her wiha armanca me ew e ku em vê tifaqa Kurdistanî berfireh bikin. Em dixwazin partiyên kurdî yên din jî bixin nava tifaqê. Ji bo em bi hev bişêwirin me serdana kekê xwe Mehmet Emîn Kardaş kir. Em ê bi partiyên din re jî bişewêrin. Em ê Tifaqa Kurdî şênber bikin. Ji bo vê yekê jî em wek HDP’ê îro serdana van partiyên kurdî dikin. Li pêşiya partiyên siyasî yên kurdî ji bilî diyalogê û şêwirandinê tu rêyek tine ye. Em bi diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.”    Sancar piştî serdana PDK-T’yê çû serdana partiyên din ên kurdî.