AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye 2022-08-07 12:15:42 STENBOL - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 7 a Sîlîvriyê bi hinceta rêziknameya girtîgehê mafê hevdîtinê yê girtî Mahmûd Siddik Ecevît asteng kiribû. Ecevît jî li ser vê yekê li AYM’ê îtîraz kir. AYM’ê serlêdana Ecevît nirxand û qedexekirina hevdîtinê weke binpêkirina hiqûqê nirxand.    Girtiyê bi navê Mahmûd Siddik Ecevetî li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 7 a Sîlîvriyê tê ragirtin û rêveberiya girtîgehê bi hinceta rêziknameya girtîgehê mafê hevdîtinê yê Ecevît qedexe kiribû. Li ser vê yekê Ecevît serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. AYM’ê, serlêdan nirxand û got “Mafê rêzgirtina li hemberî jiyana taybet ê Ecevît hatiye binpêkirin.”  Ecevît ku li Sîlîvriyê tê ragirtin, ji bo diyarkirina mafê hevdîtinê yê 3 kesan, di 16’ê tîrmeha sala 2019’an de serî li rêveberiya girtîgehê da. Rêveberiya girtîgehê jî got ku di mewzûatê de ji bo diyarkirina ziyaretvanan 60 roj hatine diyarkirin û bi hinceta ku ev dem qediyaye, serlêdana Ecevît red kir. Li ser vê yekê Ecevît serî li 3’yemîn Dadgeriya Girtîgehê ya Sîlîvriyê da û îtîraz kir. Dadgeriyê jî di 13’ê îlona 2019’an de daxwaza Ecevît qebûl kir.    Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî li dijî biryara dadgeriyê li Dadgeha Cezayên Giran a Sîlîvriyê îtîraz kir. Dadgehê di 15’ê cotmehê de biryar da û got ku biryara rêveberiya girtîgehê li dijî usûl û qanûnan e xwestin ku biryara dadgeriyê teqez were rakirin.    BINPÊKIRIN Û TAZMÎNAT   Li ser vê yekê Ecevît serî li AYM’ê da. AYM’ê di 4’ê tîrmehê de serlêdana Ecevît nirxand. AYM’ê got ku rêziknameya ji bo tijekirina foruma bo ziyaretvanan a di nava 60 rojan de, di asta maf de hatiye amadekirin û divê ji bo bêparhiştina ji maf neyê bikaranîn. AYM’ê bi domdarî got: “Heke ji bo astengkirina maf were bikaranîn, dê têkiliya girtî ya bi derve bi tevahî ji holê rabe û rê li ber agahîgirtin û civakîbûna wî bigire. Bi vê yekê re rêveberiya girtîgehê mafê rêzgirtina li hemberî jiyana taybet binpê kiriye. Ji bo ku ev binpêkirina maf ji holê rabe, divê dîsa were darizandin.”    Di heman demê de AYM’ê daxwaza tazmînata manewî jî qebûl kir û biryar da ku 5 hezar lîre tazmînata manewî ji Ecevît re bê dayîn.