Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê 2022-08-07 10:32:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Mekteba Şehîdan û Rêveberê Beşa Jenosîdê ya YNK’ê Hesen Baram destnîşan kir ku êriş li Kerkuk, Xurmatu, Xaneqîn, Şengal û Mexmûrê didomin û wiha got: "Di dîrokê de her tim dewleta Tirk çav berdaye ser xaka Kurdistanê, dagirkerî û tinekirina şûnwarên kurdan.”   Endamê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Buroya Şehîdan Hesen Baram têkildarî êrişên qetlîamên li dijî Herêma Kurdistanê yên Tirkiyeyê bi Rojnewsê re axivî. Baram diyar kir ku li gorî kurdan qetlîama Enfalê û komkujî bi dawî bûne û viya wiha nirxand: "Ev fikrekî xelet e, divê kurd xwe amade bikin, ji ber ku bi gelek metirsî, êriş, dagirkerî û komkujiyan re rûbirû dimînin. Heya niha ev yek li herêmên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Şengal û Mexmûrê berdewam dikin. Di heman demê de dagirkerî û êrişên dewleta Tirk rojane dewam dikin.”   Baram anî ziman ku Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê dike û got: "Ev nêzîkatî li dijî gelê kurd qetlîam in. Bi hincetên cuda beşek mezin a xaka kurdan dagir kirine. Ev bi serê xwe gefekî mezin e. Pirsgirêka Tirkiyeyê ya êrişan, ne tenê kurd e, di dîrokê de her tim dewleta Tirk çav berdaye ser xaka Kurdistanê, dagirkerî û tinekirina şûnwarên kurdan.”