Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû 2022-08-07 09:49:37 EDENE - Tûrnûvaya Kemlal Kurkut a Meclisa Ciwanên HDP'yê ya Edenê li dar xist bi maça fînalê bi dawî bû.    Maça fînalê ya Tûrnûvaya Kemal Kurkut a ku bi Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê a bi şîara "Li dijî tiryakê tu jî golekê biavêje" hate lîstin. Hevserokên HDP'ê yên Edenê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Bedrîye Kûş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê a Mêrsînê û gelek kes tevli maça fînalê bûn. Maça fînalê ya ku li ser sehaya futbolê ya li taxa Şakirpaşa hatiye lîstin de tîmên hevrik bi pankartên wenêyê Kemal Kurkut ê bi nivîsa "Kemal Kurkut nemir e" û "Li dijî tiryak û şere taybet denge xwe bilind bike” vekirin û bi meşaleyan ketin sehayê.    Di tûrnûvayê de dirûşmên "Kemal Kurkut nemir e", "Bijî berxwedana ciwanan" hatin berzkirin. Hevserokê HDP'ê yê Edenê Mehmet Karakiş di destpêka maçê de qetilkirina Kemal Kurkut û bêtehamuliya cenazeyê wî bi bîr xist. Karakiş anî ziman ku Kurkut wek gumankarê bi maqûl hatiye dîtîn û qetilkirin û got: "Heke ku hûn komarekî demokratîk bixwazin hûn ê pêşiya ciwanan vekin. Lê îro mixabin ciwantiya Tirkiyeyê di gemara Tirkiyeyê de ber bi pûçbûn û rizîbûnê ve diçe. Em li dijî asîmîlekirina li ser ciwanan rabin."    4 TÎM HATIN PÊŞBERÎ HEV    Piştî axaftinan Dayikên Aştiya dest bi maçê kirin. Di destpêkê de tîma Hurriyetspor û tîma Mamxûran ji bo bibin sêyemîn derketin sehayê. Piştre tîma Dostlar û tîma Zagros jî ji bo bibin yekemîn derktin pêşberî hev.   POLÎSAN MUZÎKA KURDÎ QEDEXE KIR    Dema ku maç dihat lîstin polîs ketin sehayê û xwestin dengê muzîkê bê girtin û wiha gef xwarine: "Heke hûn li vir muzîka Kurdistanê vekin em ê mudaxileyî we bikin."    TÎMA ZAGROS BÛ YEKEMÎN    Di maça fînalê ya Tûrnûvaya Kemal Kurkut de tîma Zagros bi ser ket û bû yekemîn. Tîma Dostlar bû duyemîn û tîma Mamxuran jî bû sêyemîn.