Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye 2022-08-07 09:05:46   ŞIRNEX - Li Şirnexê qada seyrangehê ku ji aliyê DÎKA û Îdareya Taybet a Bajêr ve bi 5 milyon lîre lê hatine xerckirin bêxwedî hatiye hiştin, qismekî bankê di nav de hatine dizîn qismek jî ji saziyên cuda re hatine şandin.    Li Qada Seyrangehê ya Şirnexê ku di sala 2014’an de di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Malî, Başkirina Bingeha Derdorî û Bajarî de ji aliyê Ajansa Pêşketin a Dîcleyê û Îdareya Taybet a Bajêr ve hatiye projekirin û di sala 2018’an de hate temamkirin, bêxwedî hatiye hiştin.    Di çarçoveya projeyê de 68 hezar metre kare qada kesk, lîçek, 72 barbeku û unîteyên seyranê, hezar û 192 dar, 2 hezar û 257 nebatên biçûk, 526 metre parkura meş û bezînê, hezar û 800 metre qada çalakiyan û meydan, qadeke futbolê, qadeke voleybolê, qadeke basketbolê, qadeke lîstikan a zarokên bêasteng, 4 heb komên lîstikan ên zarokan, 3 heb qadên fitnessê, otoparkeke ku 80 wesayît bikarin lê bicih bibin, 4 avahiyên tuwaletê, 4 tuwaletên astengdaran, 4 heb odeyên lê nêrîna pitikan, 98 bankên rûniştinê, 24 heb pergole, hawizeke xemlê, depoyeke avê, ji bo qadên sporê avahiyên xwe ruskirin, serê xwe şuştin û tuwalet, Pergala Hîdrant a Şewatê, Ronîkirina derdorê, xeta Qenalîzasyonê û ji bo sondaj û unîteyan qada ava vexwarinê hatin çêkirin.    5 MILYON LÎRE PÛÇ BÛN   Ji qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatin xêrckirin û di sala 2018’an de hate temamkirin re, dîmenekî kavil ma. Şaredariya Şirnexê ji bo wê qadê bike parka netewî ji Îdareya Taybet a Bajêr xwest. Lê Îdareya Taybet a Bajêr ev daxwaza şaredariyê red kir û xwest qad weke qada seyrangehê bimîne.    BANK HATIN DIZÎN   Qismekî bank û hêlekanên li qada seyrangehê bûn, ji Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr re hatin tahsîskirin. Li aliyê din hate hînbûn ku ji aliyê personelekî şaredariyê ve qismekî bankên li wir hatine dizîn û piştî tespîtkirina vê yekê jî xebatkar ji kar hatiye avêtin. Hate dîtin ku mehfûrên qada basketbolê û stûnên wê hatine rakirin û di nava parkê de çop û şuşeyên pet ên tiryakkêş bikartînin hene.    ENDAMÊN MECLISÊ HATIN DÛRXISTIN    Hate diyarkirin ku Walitiya Şirnexê dixwest qada seyrangehe bikin baxçeyê milet û bi tev li bûna Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ku di 18’ê Cotmeha 2020’an de li Şirnexê tev li kongreya AKP’ê bûbû ve were vekirin. Lê 9 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî vê biryarê derketin. Piştî ev daxwaza walitiyê hate redkirin, di 20 mijdara 2020’An de 9 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatin dûrxistin.    ŞAREDARIYA AKP’Î XWEST   Li qada seyrangeha ku milyon lê hatin pûçkirin tu xebatên başkirinê nayên kirin. Hate diyarkirin ku Şaredariya Şirnexê ya AKP’î ji bo qadê tahsîsî wan bikin daxwaz kiriye. Tê payîn ku di rojên pêşiya me de qada mesîreyê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tahsîsî şaredariyê bê kirin.