Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin 2022-08-06 20:24:23 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku ew xwedî hêzeke wisa ne ku bikarin şerê heyî bidawî bikin û wiha got: “Em ê rê li ber planên kaosê bigirin, vê vînê bi vîna gelên Tirkiyeyê re bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” mitîng li dar xist. Bi dehhezaran kes beşdarî mitîngê bûn. Bi hezaran kesên bi cil û bergên kurdî herikîn qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitîngê de axivî. Sancar, bi tililî, çepik û dirûşman derket ser dikê. Sancar ji ewil girse silav kir û wiha got: “We dengê azadiyê, vîna aştiyê veguhest vê qadê. Tevî şertên zehmet û germa zêde jî we ev qad tije kir. Em ji bo azadî, aştî û edaletê li vê derê ne. Yên ku dibêjin qey dê HDP’ê bi dozên kompasê tune bikin, bila li vê qadê baş binêrin û vê îradeyê bibînin. Bila ji xwe şerm bikin, heke şerm nekin jî bila ji vê sekna bibiryar a gel bitirsin. Her ku hûn dimeşin em ê ji bo hemû pirgirêkan çareseriyê pêş bixin. Soza me heye, çareserî em in.    DESTHILATDARÎ BI ŞER XWE SER PÊYAN DIGIRE   Ev desthilatdarî li rexekî vî welatî dişêlîne, li rexa din jî bi polîtîkayên talan û rantê pariyê nan ê gel dixwe û gel bêhtir xizan dike û terkî birçîtiyê dike. Vê pergala kedxwariyê bi polîtîkaya şer dike. Xwe bi polîtîkaya şer ser pêyan digire. Em jî li dijî şer, xwedî li xweha kedkarên vî welatî derdikevin û ji şer û kedxwariyê re dibêjin na.    JI BO DESTÛRA ŞER DERÎ BI DERÎ DIGERIN   Her ku desthilatdarî ji hev dikeve, serî li polîtîkaya şer dide. Ji ber polîtîkaya şer, başûrê Kurdistanê veguherandin erdnîgariya şer. Niha jî planên êrişên li dijî Rojava çêdikin. Ji bo ku vîna gelê kurd a li wê derê têk bibin, derî bi derî digerin ku destûra şer bigirin. Lê belê bila baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku rê li ber vî şerî bigirin. Em xwedî wê siyasetê ne ku van milyonan bînin ba hev. Planên şer ên vê desthilatdariyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bingeha xwe ji ewlehiya neteweyî nagirin. Sedema wê ew e ku desthilatdariya xwe bidomînin.    BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR   Ev desthilatdariye têk diçe. Em ê îradeya we û îradeya gelên Tirkiyeyê, ya bindest û kedkaran bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ew e ku nebin parçeyeke planên şer. Ji bo valaderxistina van planan, wer in em bi hev re têbikoşin. Banga min ji bo partiyên din ên muxalefetê jî ev e; heke bi rastî jî em bi qasî misqalê jî demokrasiyê bixwazin, divê em di ferqa van planan de bin. Nexwe heke bi desthilatdariyê re bikevin pêşbirka nîjadperestiyê, wê demê ev welat dê ji vê krîzê xelas nebe. Tu partiyeke li dijî polîtîkaya şer a desthilatdariyê dernekeve dê nekare demkrasiyê bîne vî welatî. Em dibêjin wer in li dijî em bi hev re eniyeke mezin ava bikin û vê îradeyê nîşan bidin. Divê em vê pergala şer û kedxwariyê biguherînin. Lewma jî em tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Diyariya herî mezin ku em bikarin bidin vî welatî, aştî ye.    EM Ê SIYASETA DEMOKRATÎK LI SER PÊYAN BIGIRIN   Weke HDP’ê soza me ya aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî gava herî girîng pêşîlêgirtina vê polîtîkaya şer e. Ji bo aştiyê em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji bo parastina aştiyê jî em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Polîtîkayên şer hiqûqê têk dibe. Polîtîkaya şer, stargehên desthilatdariyên tirsonek in. Aştî jî bi wêrektiya kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêkan e. Wêrektiya herî mezin jî têkoşîna ji bo aştî û azadiyê ye.    JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ OCALAN BIKARE ROLA XWE BILÎZE   Em ê astengiyên li pêşiya aştiyê rakini. Dê ji bo vê têbikoşin. Ev 40 sal in li vî welatî şer heye. Ev 100 sal in ku pirsgirêka kurd heye.  Heta şer neyê bidawîkirin, çareserî pêş nakeve. Em ê vî şerî bi dawî bikin. Ocalan 3 sal berê li Îmraliyê ji parêzerên xwe re got; ‘ez dikarim vî şerî bidawî bikim.’ Armanca tecrîda ku ev 20 sal in didome ew e ku Ocalan nekare rola xwe ya ji bo bidawîkirina şer bilîze. Domandina tecrîdê, israra di polîtîkaya şer û neçareseriyê de ye. Ji bo aştî û çareseriyê divê ev tecrîd teqez were bidawîkirin û şert û mercên ku Ocalan bikare rola xwe bilîze bên amadekirin. Weke HDP’ê em ê ji bo vê rola xwe bilîzin.   EM XWEDÎ GOTIN Û HÊZÊ NE   Em xwedî gotin û hêza pêk anînê ne. Em xwedî tecrûbeyeke bi salan e. Em hewl didin layiqî bedelên gelê me dayîn, yên hevalên me dayîn û yê niha hevalên me li girtîgehan didin bin. Ji bilî vê tu armanc, derd û hesabên me tune ne. Bila em komareke demokratîk ava bikin bes e. Em xwedî wê hêzê ne ku vê yekê pêk bînin. Çareserî em in, çareserî bi me re ye. Heta em pêşî li şer negirin dê nekarin vê pergala kedxwariyê bi dawî bikin.”   Piştî axaftina Sancar jî hunermend Mûrat derket ser dikê û girseyê li ber stranên wî xelekên govendê gerandin û mitîng bi dawî bû.