Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in 2022-08-06 18:00:56 AMED  - Tevî hewayê germ jî li Amedê bi hezaran kes ji bo tevlibûna mitînga HDP’ê ku bi dirûşma “Çareserî em in” tê lidarxistin, ber bi Qada Îstasyonê ve diherike. Welatiyên herikîn qadê dest bi gerandina govendê kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, na ji dagirkeriyê re” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmê li dar dixe. Qada mitîngê bi alayên HDP’ê hatiye xemilandin. Her wiha pankarta “Azadî ji hemû girtiyên nexweş re” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû û pankartên “Na ji faşîzm û rejîma yekzilamî re”, “Dê faşîzm winda bike, azadî bi ser keve”, “Ji qedexeyên zimanê dayikê û qirkirina çandî re na”, “Komkujiya jinên êzidiyan, komkujiya mirovahiyê ye”, “Bi rakirina parêzbendiya jinan re vîna jinan nayê xespkirin”, “Ji xizaniya jinê re na”, “Na ji aboriya nelirêtî, xizanî û rantê re”, “Berxwedana li dijî qirkirina jinan jiyan e, çareserî em in, çareserî jin in”, “Ne ji dejenerekirina ciwanan re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin.   BI PANKARTA MEZIN A TUGLUK KETIN QADÊ   Ji bo mitîngê li baskên Rezan, Sûr û Yenîşehîrê noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî ji van noqteyan ketin qada mitîngê. Jinên ku bi tililî û çepikan ketin qada mitîngê, pankarteke mezin a bi nivîsa “Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş” ku wêneyê Aysel Tugluk li ser bû vekirin û dirûşma “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin.    BI CIL Û BERGÊN KURDÎ DIRÛŞMA AZADIYÊ BERZ KIRIN    Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî bi meşê ketin qada mitîngê, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwazin” û “Em xwe diparêzin” berz irin. Her wiha jinan tililî avêtin û li ber stranan xelekên govendê gerandin.    GEL GUH NEDA HEWAYÊ GERM   Beriya mitîngê pileya germahiyê ya li Amedê 42 bû. Lê tevî vê yekê jî bi hezaran kes herikîn Qada Îstasyonê. Bi hezaran welatiyên li qada mitîngê hatin ba hev, li ber stranan govend gerandin.    CIWAN BI DIRÛŞMÊN OCALAN KETIN QADÊ   Ciwanên ku bi coşeke mezin ketin Qada Îstasyonê, bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.