Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin 2022-08-06 16:29:40   STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F a ÎHD’ê de çalakvana bal kişandin ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye û xwestin ku were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Di çalakiya hefteya 541’an de pirsgirêkên siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin nexweşa demansê ye hatin vegotin. Daxuyanî li pêşiya avahiya komeleyê hate dayîn û Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, lîstikvan Nûr Surer, xizmên girtiyên nexweş, parastvanên mafên mirovan û gelek rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e û nayê astengkirin” hatibû vekirin û girseyê gelek caran dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe”, “Îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin” û “Girtiyên nexweş berd in” berz kirin. Her wiha dovîza ku wêneyê Aysel Tugluk û gelek girtiyên nexweş li ser jî hate vekirin.    Di çalakiyê de Gulseren Yolerî diyar kir ku li girgîgehan li gel îşkence û nêzikatiya xerab, astengkirina mafê tenduristiyê jî zêde bûye û wiha got: “Di raporên nîsan, gulan û hezîranê yên ‘Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê’ de ev rewş bêhtir berbiçavtir bû. Di beşa sê mehên destpêkê yên raporê de herî kêm 11 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ji serê salê heta niha jî 36 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Alî Altaç ku di lîsteya girtiyên nexweş de cih digirt jî di 29’ê hezîranê de ji Girtîgeha Metrîsê hate berdan û piştre jiyana xwe ji dest da.”    XETERE LI SER JIYANA TUGLUK HEYE   Bi domdarî Yolerî bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Tugluk ji Doza Kobanê beraet kir. Li gel ku girtiya nexweş e jî nayê berdan. Bi vê yekê li ser jiyana wê xetereyê çêdikin. Rapora wê heye ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne.  Tevî rapora zanîngehê û mutalaaya zanistî ya TÎHV’ê jî ATK’ê di 22’yê hezîrana 2022’yan de biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Generalê Teqawid Çevîk Bîr demek berê bi sedema nexweşiya demansê hate berdan. Bila ev biryar bo Tugluk jî bikeve meriyetê. Divê Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan û mafê wan ê jiyanê bê parastin. Banga me li peywirdaran û raya giştî ew e ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin.”    Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.