Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî 2022-08-06 15:58:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafêm irovan li Enqereyê û Îzmîrê bal kişandin rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr û Siddik Guler bên berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê bal kişandin ser rewşa girtiyên û di çalakiyan de hat xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 413’emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr (59) ê li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê de tê ragirtin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û diyar kir ku divê tedawiya Demîr bê kirin û were berdan.    BANGA BERDANÊ    Tûrgût da zanîn ku 23 sal in Demîr di girtîgehê de ye û ew ji ber gurcika xwe nexweş e û ji ber vê nexweşîna gurcikê nikare jiyana xwe bidomîne. Tûrgût anî ziman ku Demîr ji ber nexweşîna mesaneye emeliyat bûye û  her ku diçe prostata wî mezin dibe û her ku diçe nexweşînên wî zêde dibin û deng zêde naçê û katarakt çûne ser çavên wî. Tûrgût diyar kir ku ne pêkan e Demîr di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û xwest tedawiya wî bê kirin û tavilê bê berdan.    ÎZMÎR    Rêveberên ÎHD’a Enqereyê jî di hefteya 257’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakiya heftane li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 82 salî. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a ku nexweş e û xwest rewşa Tûglûk di ber çavan re bê derbaskirin û tavilê bê berdan.      Çîçek anî ziman ku Siddik Guler li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R’yê tê ragirtin û her ku diçe rewşa tenduristiya wî xera dibe û ev 28 sal in girtî ye û li gel tê xwestin sewqa wî ji bo Stenbol û Amedê bê derxistin jî lê di adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê wî sewqî Girtîgeha Menemenê kirine.    NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Çîçek bal kişand ser nexweşînên Siddik Guler û gelek nexweşînên li Guler peyda bûne rêz kir û ji ber ew hem extiyar e û hem jî nexweş e êdî gelek tişt ji bîra wî diçin û ji bîra dike ku avê jî vexwe. Çîçek got Siddik Guler bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne û nikare xwe li ser pêya jî bigire. Çîçek da zanîn ku ew daxwaz dikin Siddik Guler tavilê bê berdan û dê rewşa Guler ji nêz ve bişopînin.