Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir 2022-08-06 13:51:48 AMED - Rojnamevanên li Girtîgeha Amedê ya Jinan girtî ne diyar kirin ku bi hêceta wan di mazgala derî de nihêriye gardiyanan gef li wan xwariye û mazgalê li wan qedexe kiriye.    Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin. Ji 16 rojnamevanan 4 rojnamevanên jin ku li Girtîgeha Amedê ya Jinan tên ragirtin, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan pê re rûbirû mane anîn ziman. Rojnamevanan diyar kir ku bi hêceta wan di mazgala derî de nihêriye gardiyanan gef li wan xwariye.    Rojnamevanan destnîşan kir ku gardiyanan ji wan re gotiye, “Hilavêtin qedexe ye, hûn ji bo çi xwe hildiavêjin” û li ser vê yekê hilavêtina rojnamevanan û girtiyên din hatiye qedexekirin û rojnamevanan vê nêzîkatiya gardiyanan wek derveyî cidiyetê nirxandin e. Rojnamevanan anî ziman ku gardiyanan dengê xwe li wan bilind kiriye û gardiyanan wiha gef li wan xwariye: “Ez karmendê dewletê me, ez çawa bixwazim ez ê wisa biaxivim. Ewqas kamera li derdorê hene û hilavêtina li ber kamerayan qedexe ye, hûn viya dizanin. Heke hûn hilavêtinê berdewam bikin, tişta pêwîst çi be em ê bikin.”