Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn 2022-08-06 12:01:42   AMED - Xizmênn Windakiriyan , li aqûbeta Mehmet Gunkan ku beriya 28 salan bi zorê li helîkopterê hatibû siwarkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 704’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” ku her hefte li dar dixin, li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Xizmên Windakiriyan li ber Birdariyê kom bûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin.    DAXWAZA CEZAKIRINA FAÎLAN   Sekreterê ÎHD'a Amedê Yakûp Guven, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo bihîstina denge xizmên windayan li hev civiyane û wiha got: “Di salên 1990’î de siyasetmedar û parastvanên mafên miroovan hatin revandin. Ji faîlên wan hesap nehat pirsîn. Heta ku hestiyên windayên me bên dîtin û faîlê dawîn bê darizandin em ê çalakiya xwe bi malbatan re bidomînin. Dema çalakiya me dest pê kir gelek dayik li vir bûn lê temenê gelekan ji wan têra veşartina hestiyên zarokên wan nekir. Em dixwazin dewlet guh bide dengê me û faîlan û kesên ku faîlan parastine ceza bike.”   DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE   Di çalakiyê de çîroka Mehmet Gunkan ku di 18’ê tebaxa 1994’an de hat windakirin hat xwendin û aqûbeta wî hat pirsîn. Rêveberê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan çîroka Gunkan xwend û ev tişt gotin: “Mehmet Gunkan ku keyayê gundê Derno yê navçeya Hênê ya Amedê bû, di sala 1994’an de mal û erdên wî dema operasyoneke leşkerî hatin şewitandin. Fermandarê ku bi navê “Malkoç” tê zanîn û operasyonê bi rê ve dibe ji Gurkan dixwaze ku hemû gundiyan li ber qerexê Dîcleyê kom bike. Di encama zextan de ji aliyê leşkeran ve îşkence li Gunkan û kesên kom kiriye tê kirin û gelek kes tên binçavkirin û piştre tên berdan. Lê Gunkan piştî 7 rojan tê berdan. Îşkenceyeke giran li Gunkan tê kirin û piştî berdanê diçe bijîjk. Piştre bi Walî û Qaymeqam re hevdîtin dike û ji bo mexdûriyeta gundiyên xwe dikeve nav gelek hewldanan.”   BI HELÎKOPTERÊ WÎ DIBIN   Di berdewamê de Erdogan, destnîşan kir ku Gurkan li qereqolê bi zorê li helîkopterekê tê siwarkirin û careke din agahî jê nayê girtin û malbata wî ya li ser zextan koçî Edenê kiriye 28 sal in ji Gunkan agahî nagire.  Piştî xwendina çîroka Gunkan  xizmên windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.