Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin 2022-08-06 11:39:41   STENBOL - Meclisa Koçberî û Penaberan a HDK’ê û Komîsyona Koçberî û Penaberan a HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku dewlet sînoran weke qada “ewlehiyê” bi kar tînin û ev yek jî ji bo çeteyan şert û mercên guncav amade dike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye çavên xwe ji sûcên li ser sînor tên kirin digire û banga bidawîkirina îşkenceyê hat kirin.   Meclisa Koçberî û Penaberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komîsyona Koçberî û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî îşkenceya li ser sînorê Tirkiye û Îranê li penaberan hatiye kirin ku dîmenên wan li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye jî di nav de li ser sînoran dewlet di bin navê “ewlehiyê” de zilmê li penaberan dikin û dikin mijara bazarê. Her wiha hat gotin ku ev sepanên li dijî penaberan mafên mirovan bi bêwijdanî binpê dike.    ‘JI BO ÇETEYAN ŞERT Û MERCÊN GUNCAV’   HDK û HDP’ê bi domdarî bal kişand ser dîmenên îşkenceyê yên li ser sînorê Tirkiye-Îranê û daxwaza fîdyeyê û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ev dîmen nîşan dide bê ka mafên mirvan çawa tên binpêkirin. Dewlet û Yekitiya Ewropayê herêmên sînor weke ‘qadên ewlehiyê’ radigihînin, li ser sînorê Tirkiye-Yewnanistan-Îranê ji bo bazirganên mirovan û çeteyan şert û mercên guncav amade kiriye. Ji ber ku Tirkiye statûya penaberan qebûl nake û ji ber polîtîkaya derxistina ji welêt, di Behra Ege, Çemê Merîçê û Gola Wanê de dixeniqin û li Îpsala û Wanê jî diqerisin û jiyana xwe ji dest didin.    TIRKIYE ÇAVÊ XWE LÊ DIGIRE    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di raporên lêkolînan û çavdêriyên gelê herêmê de diyar dibe ku têkiliyên van bazirganên mirovan ên navneteweyî hene û hem li hêla Îranê û hem jî li hêla Tirkiyeyê peywirdarên dewletê şirîkên sûcên qaçaxçitiyê ne û çavên xwe lê digirin. Van çeteyan li Wan, Edîrne û gelek herêmên din kes kuştin, destdirêjî li gelek jin û zarokên keç kir. Sedema ev bûyerên bi serê penaberan tên jî polîtîkaya şer û dagirkeriyê ya Serokkomar Erdogan û wezîrê karê hundir e. Hêj dereng nebûyî dev ji vê xeletiya xwe berdin, dawî li îşkenceya ser sînor bînin û bazirganên mirovan ceza bikin. Divê dev ji peyman û polîtîkayên jiyana mirovan têxe bin xetereyê berdin.”