Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin 2022-08-06 10:37:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî xwest qanûnên pêwîst yên ji bo azadî, demokrasî û ramanê werin qedexekirin, ji ber ku xelk ji ber wan qanûnan tên girtin.   Li Herêma Kurdistanê her ku diçe azadiya fikir û ramanê tê sînordarkirin, rojnamevan li ser karên xwe tên girtin, çalakvan li ser çalakiyên xwe û welatî jî ji ber daxwazên xwe têne girtin.   Li gorî nûçeya RojNewsê; siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî bicihneanîna qanûnên di parlamentoyê de ên ji bo azadî, fikir, raman û rojnamevanan hatine pejirandin, rexne kir.   'BILA QANÛNAN QEDEXE BIKIN KU ÊDÎ KES NEYÊ GIRTIN'    Siyasetmedar Edhem Barzanî qanûnên di parlamentoyê de hatin pejirandin û nayên bicihanîn rexne kir û wiha got: “Divê parlamento projeyasayên ji bo demokrasî, azadî, rojnamevanî, azadiya fikir û raman, azadiya xwepêşandanê bixe dengdanê û qedexe bike. Dema ev pêk hat, wê civaka Kurdistanê dev ji rojnamevanî, azadiya fikir û raman û xwepêşandanan berde. Ji ber ku heke xelk dev ji van berde wê êdî neyên girtin, revandin, telefonên wan wê ji wan neyên standin û dawiyê de jî nexin girtîgehê. Ji ber ku wê êdî bizanin, ev karane li welatê ku sedan hezar şehîd dane, qedexe ye.”   Hêjayî gotinê ye siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî demekê serdana Îranê kir û xwest di 8’ê tîrmeha 2022’an de vegere Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn ku Barzanî derbasî Hewlêrê bibe.