‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’ 2022-08-06 09:59:49   STENBOL - Parlamenterên HDP’ê ji bo mitînga ku dê sibe bi dirûşma “Çareserî em in” li Qada Kartalê bê lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re ji vê pergala kedxwar û şer re bibêjin ‘êdî bes e.’ Em bi hev re jiyaneke nû ava bikin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê dê sibe li Qada Kartalê bi dirûşma “Çareserî em in, Na ji Şer û Dagirkeriyê re” mitîngê li dar bixe. Xebatên mitîngê bênavber didomin û rêxistinên HDP’a ya bajar û navçeyên wê kolan bi kolan, sazî bi sazî û tax bi tax digerin û bi gel re hevdîtinan dikin. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû têkildarî mitîngê û mebesta wan axivîn.    Parlamenter Zuleyha Gulum anî ziman ku ji bo mitîngê li gelek deverên bajêr xebateke mezin dikin û wiha got: “Em gelek caran bi gel re hatin ba hev û çûn serdana saziyan. Desthilatdarî hewl dide bi şer û kedxwariyê cihê xwe mayînde bike û faşîzmê veguherîne pergalekê. Girîng e ku di vê serdemê de em bi hev re bibêjin ‘Na.’ Ji ber ku ev dem, dema birêxistinkirina gazincan û bilindkirina deng e. Polîtîkaya şer û êrişan a desthilatdariyê berdewam e. Di pirsgirêka kurd de jî neçareseriyê ferz dike û qada siyaseta demokratîk tune dike. Niha xizanî û hejariya li welêt zêde dibe. Li her deverê çalakiyên karkeran hene. Li rexa din jî mîna li Şirnexê, di bin navê ‘ewlehiyê’ de xweza tê talankirin û bûye qada rantê.”    ‘TEKANE RÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR E’    Bi domdarî Gulum da zanîn ku elewî, LGBT+ û gelek derdorên din rastî êrişan tên û wiha domand: “Ji bo ku em bi hev re bibêjin ‘na’ em vê mitîngê li dar dixin. Ji ber ku hemû kes heman zilmê dijî. Tundiya mêr dewletê zêde dibe û êrişên li ser destkeftiyên jinan giran in. Lewma pir girîng e ku jinên têkoşîna azadiyê ya jinan didin biherikin qadê. Erê rast e xizan hene lê xizanên herî xizan dîsa jin in. Her wiha di polîtîkaya şer û pirgirêka kurd de jî bandor herî zêde li jinan dibe. Lewma jî divê hem ji hêla têkoşîna azadiyê ya jinan û hem jî ji hêla têkoşîna femînîst ve hemû jin tev li vê mitîngê bibin. Gelê kurd êdî dibêje ‘bes e.’ Dixwazin di zûtirin demê de guherînek çêbibe. Gel pir bi hêrs e. Werin em bi hev re ji vê desthilatdariyê re bibêjin; ‘êdî bes e.’”    MITÎNGA BIBIRYARBÛNÊ    Parlamenter Mûsa Pîroglû jî bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Li dijî vê polîtîkaya şer a desthilatdariyê, divê hemû kes cihê xwe li cem HDP’ê bigire. Yek ji mebesta me ya vê mitîngê ew e ku nîşanî dost û dijminan bidin ku HDP tevî hemû êrişan jî ser pêyan e. Me di kongreyê de ev yek kir. Niha em gavekî hîn pêşdetir diavêjin. Em ê nîşanî hêza li hemberî xwe bidin ku polîtîkayên wan ên êrişê berevajî têkbirin û ji hev belavkirinê, em hîn xurtir kirine û biryardarbûna me zêdetir kiriye.”    ‘HEKE EM BIBIN YEK DÊ BIKARIN BIDIN SEKINANDIN’   Pîroglû axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî şer, zilm û kedxwariyê li kêleka HDP’ê cih bigirin û dengê xwe bilindtir bikin. Heke em bibin yek wê demê dê bikarin bidin sekinandin. Divê neyê jibîrkirin ku heta em li dijî şer dernekevin, dê nekarin li dijî xizantiyê jî derkevin. Heke daxwaza têkbirina vê desthilatdariyê hebe, wê demê neçarin ku bi HDP’ê re bimeşin. HDP’î yan jî ne HDP’î, banga me ji bo her kesên bûne qurbaniyên zilma vê desthilatdariyê ew e ku tev li mitîngên Kartal û Amedê bibin.”