MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin 2022-08-06 09:30:24 ENQERE - MSB’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerekê wan di encama şerê li Herêma Federal a Kurdistanê de hatiye kuştin.    Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MSB) ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûnên li Herêma Federal a Kurdistanê de leşkereke din jî hatiye kuştin. Tê gotin ku di operasyona jê re “Pence-Nifte” tê gotin de gelek leşker hatine kuştin lê artêşa tirk van windahiyan vedişêre. MSB’ê da zanîn ku çawişê pispor ê piyade Reşat Ergîn duh hatiye kuştin.