Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn 2022-08-06 09:05:19 ÊLIH - Bedrettîn Atmaca yê bavê Taner Atmaca ku hate îdiakirin piştî hatiye girtin du rojan hewl daye întîhar bike, diyar kir ku dîmenên têkildarî bûyerê nedane wan û xwest ku berpirsyar derkevin holê.  Hate îdiakirin ku li Êlihê Taner Atmacayê (25) di 27’ê tîrmehê de piştî ji ber bûyereke edlî hate binçavkirin û girtin, şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, di 29’ê tîrmehê de hewl daye întîhar bike. Rêveberiya girtîgehê, piştî bûyerê du rojan di 31’ê tîrmehê de malbata Atmaca geriyan û agahî dane ku kurê wan întîhar kiriye. Hate hînbûn ku Atmacayê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, li beşa lênêrîna awarte tê dermankirin. Bav Bedrettîn Atmaca bi lêv kir ku xetereya jiyanî ya kurê wî berdewam dike û bi lêv kir ku kurê wî yê di beşa lênerîna awarte de bi awayekî kelemçekirî tê dermankirin.  MALBAT AGAHDAR NEKIRIN   Bav Atmaca, diyar kir ku piştî di 27’ê tîrmehê de ji zarokên xwe agahî negirtin, dest bi lêgerîna wî kirin û wiha got: “Piştî em du rojan lê geriyan em çûn qereqolê. Qereqolê agahî da me ku hatiye girtin. Ne dema binçavkirinê ne jî dema girtinê em nehatin agahdarkirin. Piştî ku me ji qereqolê pirsî, agahiya girtina wî dan me.”   Atmaca, da zanîn ku piştî 4 roj derbas bûn dozgerê girtîgehê li wan geriyaye û wiha berdewam kir: “Dozgeriya ku li me geriya pirsa ‘Bedrettîn Atmaca tu yî?’ kir. Min jî got ‘bele ez im.’ Wî jî got ‘Taner kurê te ye? Kurê te yê di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê de. Întîhar kiriye.’ Li ser vê agahiyê em çûn nexweşxaneyê. Destûr nedan ku em wî bibînin. Me serî li dozgeriyê da. Piştî ku destûr dan me karî biçin cem wî.”   DI BEŞA LÊNÊRÎNA AWARTE DE KELEMÇE!   Atmaca, bi lêv kir ku dema ji bo dîtina kurê xwe çûn beşa lênerîna awarte dîtin ku bi awayekî kelemçekirî bi nivînan ve girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez çûm cem kurê xwe yê ji sedî 10 şensê wî yê jiyîne heye, cenderme disekinîn. Di destê wî de kelemçe hebûn. Hema bêje kelemçe xistine destê mirovekî ku miriye. Bi wî awayî dihat dermankirin. Me îtîrazî vê kir. Bijîşk û dozgeriyê gotin ku qanûn wisa ye. Min ji wan pirs kir ku kesekî li ber mirinê çawa bi awayekî kelemçekirî tê sekinandin. Di encama serlêdanên me de piştî du rojan kelemce ji destê wî ve kirin. Ev zilmeke çawa ye, bi hinceta kesekî li ber mirinê dê bireve, kelemçe xistine destê wî.”   DÎMEN NEDAN   Atmaca, anî ziman ku çûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan û giliyê rêveberiya girtîgehê kirin û ev tişt gotin: “Piştî du rojan em agahdar kriin. Çima van her du rojan agahî nedan me? Çi veşartin? Dema dilê kurê min sekinî agahî dan me. Dilê wî yê sekinî bi mudaxileyê dîsa hate xebitîn. Lê rewşa wî nebaş e. Sedemê neagahdarkirina me weke nebûna nimreya telefona me ya li cem wan nîşan dan. Ev hincet nayê qebûlkirin. Dema dixwazin her kesê li her derê dibînin. Lê dibêjin du rojan nekarîne bigihin me. Me ji CÎMER’ê re nivîsî. Me gilî li wir jî kirin. Sûcê kê hebe bila hesabê bide. Em bawer nakin ku întîhar kiriye. Tu pirsgirêkên wî tune bûn. Me dîmenên têkildarî bûyerê jî xwestin lê nedan me. Dibe ku ev dîmen her tiştî derxînin holê.”    Atmaca xwest ku berpirsyar derkevin holê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tê gotin ku kesek hatiye qawişa lê dima û pişt re ev bûyer qewimî ye. Ev kes kî ye? Rewşa vî ya di vê bûyerê de çiye? Bila ev derkevin holê. Me ji dozger pirs kir. Wî jî got ‘niha ez nizanim’. Berpirsyarê vê bûyerê kî be bila hesabê bide. Nikarin bêjin întîhar e û bi ser guhê xwe re biavêjin. Bila edalet pêk were.”   MA / Fethî Balaman