HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin 2022-08-05 21:32:13   AMED - HDP’ê xebatên xwe yên di çerçoveya mitînga ku wê sibê li Qada Îstasyona Amedê li dar bixe de çend roj in bênavber didomîne bi awayekî bicoş bi dawî kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan, krîza aborî û şer bi dirûşmeya “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re na!” dê sibê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenişehîr a Amedê mîtîngê li dar bixe. Rêxistinên navçe û bajar ên HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê domandin. Tekildarî mitîngê rêxistina HDP’ê ya Sûrê, bi tev li bûna parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Huseyîn Kaçmaz, Pero Dundar, Sezaî Temellî, Necdet Îpekyuz û Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy li tax û kolanên navçeya Sûrê belavok belav kirin. Rexistina HDP’a Sûrê û parlamenteran li tax û kolanên Sûrê welatî û bazarvan vexwendin mitînga ku wê li sibê seat 17.00’an de li qada Îstasyonê li dar bixin. Her wiha girseyê di tax û kolanan de bi berzkirina dirûşmeya, “HDP gel e gel li vir e” û biçepik û tîlîliyan gel vexwendin.  Welatiyên Sûrê jî girse bi çepikan pêşwazî kirin. Girse li ser rê rastî muzîkjenên ku di kolanan de stranan dibejin hatin û li gel wan stran guhdar kirin û dîlan girtin. HDP’iyan xebatên xwe yên îro bi axaftina parlamenteran li Qada Şêx Seîd bi dawî kirin. Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî û Pero Dundar bi lêv kirin ku li dijî şer û xizaniyê wê li sibe mitînga, “Çareserî em in li şer û dagirkeriyê re na” li dar bixin û li dijî polîtîkayên desthilata AKP-MHP gel vexwendin mitîngê.