Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin 2022-08-05 13:52:15   AMED - Rêveberiya Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F’yê, rapora “Rojnamevaniya di Nava Çar Dîwaran de” ku DFG’ê ji rojnamevanê girtî re şand, desteser kir.    Rêveberiya Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F’yê, rapora “Rojnamevaniya di Nava Çar Dîwaran de” ku Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji rojnamevanê girtî re şand, desteser kir. Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Kedkarên Cemaweriyê Fatîh Ozgur Aydin nameyek ji DFG’ê re şand  û di nameye de ragihandiye ku desteya perwerdehiya gitîgehê raporê nedaye wî. Aydin got girtîgehê jê re aniye ziman ku tenê ji derve pirtûkan qebûl dikin û weşanên wek rojname, kovar qebûl nakin. Aydin da zanîn ku ew ê radestî astengiyên girtîgehê nebin.