Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê 2022-08-05 13:32:06   ÊLIH - Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê girtiyê bi navê Erkan Atmaca hewl daye ku xwe bikûje.    Hat îdiakirin ku girtiyê edlî Erkan Atmaca (25) ku di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de dihat ragirtin, di 29'ê tîrmehê de ket hewldana xwekuştinê. Rêveberiya girtîgehê di 31'ê tîrmehê de bi telefonê agahiya hewldana xwekuştinê da malbata Atmaca.    Hat zanîn ku Atmaca di Çavdêriya Awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê de tê tedawîkirin. Malbatê diyar kir ku rewşa Atmaca giran e.