Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne 2022-08-05 13:31:37 ENQERE - Endama MYK’a HDP’ê Meryem Adibellî diyar kir ku şahidên di Doza Kobanê de hatine guhdarkirin derewan dikin û got: “Şahidên navê wan eşkere û veşarî hemû xebatkarên kadroyî yên emniyetê ne. Dixwazin bi van îfadeyan HDP’ê bêqîmet bikin.”    Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.     Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest bi pê kir.    Danişînê bi beyanên endama MYK’a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî dewam kir.    Adibellî bal kişand ser îfadeyên şahidên navê wan veşarî û navê wan eşkere û got: “Îfadeyên bi nakokî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Şahidan derewan li ser derewan kirin. Heyeta we jî li derewan guhdar kir. Hûn ê çawa ji nava van îftirayên li me hatine kirin derkevin?”    ‘ŞAHID XEBATKARÊN EMNIYETÊ NE’    Adibellî îfadeyên şahid Kerem Gokalp bi bîr xist û wiha axivî: “Ez bawerim 7 an jî 9 sal li çiyê maye. Dibêje ku li wir perwerdehiyek Marksîst-Lenînîst dîtiye. Gotibû ku ez ji li wir di komîteya perwerdehiyê de cih digirim. Lê di danişînê de min nas nekir. Dozger jî mîna ku nederew be, van îdiayên pûç li mutalaya xwe zêde dike. Di destê dozger de reçeteyek heye û heman dermanî ji her kesî re dinivisîne. “Şahidên navê wan eşkere û veşarî hemû xebatkarên kadroyî yên emniyetê ne. Dixwazin bi van îfadeyan HDP’ê bêqîmet bikin. Şahid dixwazin me îllegalîze bikin. Şahid Baran bi xwe got, îfade ne aydê wî ne polîsan bi xwe amade kiriye. Em carek din dibêjin, tevahiya xebatên me xebatên qanûnî û siyasî bûn. Ez berdana xwe dixwazim.”   ‘DIXWAZIN DELÎLAN ÇÊBIKIN’    Endama MYK’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî diyar kir ku derbarê wê de tu delîlek şênber nîne û xwest bê berdan.    Piştre endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Oduncu jî da zanîn ku heyeta dadgehê dixwaze delîlan çêbike û ew li ser daxwaza îktidara siyasî tên darizandin û cezakirin. Lê viya ji bîra nekin wê rojek hiqûq ji her kesî re lazim were. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe. Ez heyeta dadgehê vedixwînim ku bêalî bimîne.”    Heyeta dadgehê navber da danişînê.