Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin 2022-08-05 11:28:42 WAN - Hin penaberên ji Sûriyeyê dihatin li ser sînorê rojhilat û bakurê Kurdistanê bi îşkenceya qaçaxçiyên mirovan ên îranî re rûbirû man.    Dîmenê çend penaberên ji Sûriyeyî, dema ku hatin ser sînorê rojhilat û bakurê Kurdistanê derbasî bakur dibûn bi îşkenceya qaçaxçiyên mirovan ên îranî re rûbirû man, derket holê. Di dîmenan de qaçaxçiyên mirovan komek penaberên ciwan di bin tehtekî de girtine û li ser hev kom kirine. Piştre perçeyên keviran li ser bedena penaberan rêz dikin da ku nikaribin bêhnê bidin û bistînin. Dî dîmen de dengê qêrîn û giriyê penaberan tê bihîstin û dîtin.  GUHÊN WÎ BIRÎN!   Qaçaxçiyên mirovan piştî vê îşkenceyê dikin, dîmenên îşkenceyê ji malbatên penaberan re dişînin û 10 hezar dolar pere ji wan dixwazin. Di dîmen de tê dîtin ku qaçaxçiyan guhê penaberekê ku destên wî ji pişt ve girêdayî ye bi kêrê dibirin. Piştî ku dîmen digihîjin destên malbatan, dixwazin ku zarokên xwe rizgar bikin û pereyan ji qaçaxçiyên mirovan re dişînin û penaber tên berdan. Hat zanîn ku hinek penaber dixwazin bi ser bakur re derbasî Tirkiyeyê bibin û hinek ji wan jî vedigerin Iraqê.     ŞOPA ÎŞKENCEYA GIRAN   Hat diyarkirin ku li ser laşê 12 penaberan ku ji destê qaçaxçiyên xelas bûne ve şopên îşkenceyê hene û hestiyên laşê wan hatine şikestin.