Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in 2022-07-29 22:11:10   WAN- Hat îdiakirin ku daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Soylû ku gotibû li Qerqeliyê 2 PKK'yî hatine kuştin, ne rast e û ji kesên hatine kuştin yek jê welatiyekî ji gundê Bexlecî yê Îranê ye û yê din jî penaber e.   Hat îdiakirin ku twîta Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ya di 26'ê Tîrmehê de ku gotibû li bejahiya gundê Damlacik ê navçeya Qereqlî ya Wanê 2 PKK'yî ji aliyê eskeran ve hatine kuştin ne rast e û ji kesên hatine kuştin yek jê ji gundê Bexlecî yê bajarê Xoy ê Îranê ye û yê din jî penaber e.