Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne 2022-07-29 15:58:33   ENQERE - Şahid Gul Tanriverdî ya ku di Doza Kobanê de hat guharkirin diyar kir ku wê nedîtiye ku Gultan Kişanak çûye Qendîlê û tu xebera wê ji siyasetmedaran nîne ku bûyerên Kobanê mezin kirine.    Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî yên li Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi guhdarkirina şahida bi navê Gul Tanriverdî dest pê kir. Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglu derbarê guhdarkirina şahide de axivî û got: “Hûn dikarin tenê pirsên derbarê Gultan Kişanak de ji vê şahidê pirs bikin. We berê ji şahidan pirsên ji bilî beyanên wan kirin.” Parêzer Çîgdem Korkmaz jî axivî û got dadgeh dikare ji dosyeya bûye yek pirs dikarin werin kirin.    Şandeya dadgehê îtîazên parêzeran red kir û biryar da ku wêneyên siyasetmedarên din nîşanî şahid bên dayîn û derbarê dozê de agahiyan bide. Piştre îfadeya şahid hat girtin.    ‘MIN SIYASETMEDARAN LI QENDÎLÊ NEDÎTIYE’    Şahid Tanriverdî wiha got: “Di ser re 3 sal derbas bûye. Min îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Agiriyê daye dubare dikim. Ez endamên rêxistinê nas dikim, ez ji sala 2010’an heta sala 2019’an endama rêxistinê bûm. Dema ez di sala 2019’an de teslîm bûm, min îfade dabû. Min Gultan Kişanak li wir nedîtiye. Min Emîne Ayna li Qendîlê nedîtiye. Lê min gotegotên li ser pevajoya çareseriyê bihîstin. Xebera min jê nîne ku siyasetmedaran bûyerên Kobanê mezin kirine.”    ‘MIN NEDÎTIYE KU SIYASETMEDARAN PERWERDE DÎTIYE’    Bi dû îfadeya şahid re, Ayla Akat Ata ji şahid pirsa, “Şahid pir eşkere îfade da. Şahidên din gotin, ‘van siyasetmedaran perwerdehiya leşker-siyasî dîtin’. Derbarê vê mijarê de xebera Gul jê heye, çimkî li wir li arşîvê xebitî ye.” Tanriverdî bersiva pirsa Akat Ata da û got: “Agahiyek min wisa nîne. Heke tiştek wiha hebûya wê agahiya min jê hebûya. Çimkî kî çi perwerde dîtiye li wir nîşe tê nivîsandin.”    DI ÎFADEYA ŞAHIDÊ DE GULTAN KIŞANAK NÎNE    Piştre Kişanak axivî û pirsên wek, “Beyanek we derbarê min de heye? Dîrok girteka teşhîsê 30’ê kanûnê hatiye nivîsandin. Gelo tu ji 25’ê mijdarê heta 30’3e kanûnê man? Tu dibêjî ez li arşîvê mame û gelo wêneyên li wir ên dema pêvajoya çareseriyê bûn?” Tanriverdî bersiva Kişanak da û got: “Min îfade daye ku li vir im. Çimkî wek din îfadeyên min tune ne. Ez ê bersiva pirsa duyemîn nedim. Ez dixwazim derbarê bûyerên ez bûme şahidên wan biaxivim. Ez nizanim wêne aydê kîjan serdemê ye. Li cem te kî hebûn ew jî nayê bîra min. Ji berk u Gultan Kişanak di hefsê de bi Sakîne Cansiz re maye, di nava rêxistinê de cihê wê cuda ye, her kes jê re rêz digire. Min di navbera Kişanak û endamên rêxistinê de trafîka nîşeyan nedîtiye. Min eşkereyî nedîtiye ku Kişanak nîşe şandiye.”    Şandeya dadgehê dubare li îfadeyên Tanriverdî yên berê nihêrî. Tanriverdî di îfadeya xwe de gotiye tu beyana wê li ser Kişana nîne. Di girtekên teşhîsa Tanriverdî de qeyda teşhîsê ya derbarê Kişanak derket holê. Şandeya dadgehê di kêliya pirsan de bênavber axaftina Kişank qut kir.    MÎKROFONA KIŞANAK HAT GIRTIN    Kişanak diyar kr ku hevdîtina malbatê heye û di kêliya ku daxwaz dikir ji şahidên dosyeyê Mesût Firat neyê guhdarkirin, şandeya dadgehê mikrofona Kişanak girt. Şandeya ku daxwaza Kişanak red kir, biryar da ku li şahid Mesût Firat bê guhdarkirin û saetek navber danişînê.    Bi du navberê re danişînê dîsa dest pê kir û danişîn bi guhdariya şahid Mesût Firat didome.