Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû 2022-07-29 13:56:28   ENQERE - Serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê Bahtiyar Çolak jî di nav de derheqê 42 gumanbaran de bi sedema çetetiyê lêpirsîn hatibû destpêkirin û îdianame hate amadekirin.    Derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê berê yê Bahtiyar Aydin û 42 bersûcên din de bi sedema endamtiya çeteyê lêpirsîn hatibû vekirin û ev lêpirsîn temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîna xwe ya derheqê rêxistina “Atadedeler” ku xwe weke “baskê îstîxbarata bazirganiyê ya dewleta kûr” pênase dikirin de temam kir. Serdozgeriyê xwest ku bersûc bi sedemên “Ji bo sûcan rêxistin ava kirine, birêve birine, endamên rêxistinê ne û li pey hev sextekarî kirine” bên cezakirin.    Serokê dadgehê û 42 gumanbarên din li gorî dema tev li rêxistinê bûne weke “qasid”, “cîgirê qasid”, “ata dede yê mezin”, “ata dede”, “dedeyê sereke”, “dedeyê berdevk”, “serokê maseyê”, “endamê maseyê”, “serokê qadê” û “endamê qadê” hatin destnîşankirin.    Di îdianameyê de 88 mexdûr û 254 gilîkerên ji pîşeyên cuda jî cih girtin.