AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir 2022-07-29 13:14:39   ENQERE - Egîtîm Sen’ê bi minasebeta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” bang kiribû ku li dibistanan saetekî bi zimanê dayikê ders bê dayîn. Derheqê mamosteyên bi vê biryarê kirin jî cezayê disiplînê hatibû dayîn. AYM’ê, ev cezayê li mamosteyan hatiye birîn weke binpêkirin qebûl nekir.    Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 21’ê sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihandiye. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtm Sen) jî bi wesîleya 21’ê Sibatê bang li hemû mamosteyan kiribû ku li dibistanan saetekê bi zimanê dayikê dersê bidin. Bi hinceta ku 22 mamoste tev li vê banga Egîtîm Senê bûne, derheqê wan de cezayê disiplînê hatibû dayîn. Dadgeha Makeqanûnê jî ev cezayê li mamosteyan hatiye birîn weke binpêkirin qebûl nekir.    Mamosteyên ku li navçeyên Lice, Sûr û Yenîşehîrê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî dixebitîn, di 22’yê sibata sala 2016’an de li ser biryara Egîtîm Senê “saetekê bi zimanê dayikê” ders dabûn. Bi vê hincetê jî derheqê wan de lêpirsîna disiplînê hatibû destpêkirin û ji ber vê çalakiyê jî derheqê wan de cezayê lomeyê lê biribûn.    WEKE ÇALAKIYA SENDÎKAYÎ YA HERÊMÎ DÎT    Dadgeha Kargerî ya Amedê jî li ser îtîraza mamosteyan a li dijî cezayê lomeyê, bi sedema “çalakî di çarçoveya xebatên sendîkayê de ne” biryar da ku karûbarên behsa xeberê bên betalkirin. Bicihanînê jî biryar bir Dadgeha Kargerî ya Herêmî ya Dîloke û wan jî ev biryar da: “Çalakiya hatiye kirin nakeve ber xebatên sendîkayî, li derveyî usûlên saziyan tevgeriyane û ev çalakî dê bike ku mafê perwerdeyê were astengkirin.”    Li ser vê yekê, mamosteyan û Egîtîm Senê biryar bir AYM’ê. Di serlêdanê de hat gotin ku mafê azadiya raman, civîn, xwepêşandan û meşan hatiye binpêkirin.    SERLÊDANA EGÎTÎM SENÊ HATE REDKIRIN   AYM’ê biryara xwe komî da û serlêdana Egîtîm Senê bi hinceta “Cezayên disiplînê yên li endaman hatine birîn bandor tenê li mafên wan kiriye” red kir. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê jî AYM’ê wiha got: “Di xala 42’yemîn a Makeqanûnê de hatiye destnîşankirin ku zimanê perwerdeyê tirkî ye. Lewma jî ji bilî tirkî, tu sazî ninkarin perwerde û hînkirinê bi zimanekê din bidin.”    Bi domdarî AYM’ê çalakiya mamosteyan ne weke çalakiya sendîkayî lê tenê weke “çalakiyeke ji bo daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya şexsî” nirxand. AYM’ê diyar kir ku “mamoste dema karê xwe dikin bi tu awayî nikarin çalakiyên siyasî û bîrdozî bikin.” Di berdewamê de AYM’ê ev hincet nîşan da: “Serlêderan di dema peywira xwe de mijarên ne di mufredatê de ku li dijî polîtîkaya dewletê ne, dane xwendekaran. Meqamên rêveber û darazê jî wisa nirxandine ku peywirdar bi vê çalakiya xwe bêalî tevnegeriyane û bi dewletê re dilsoz nînin.”   AYM’ê, îdia kir ku cezayê li mamosteyan hatiye birîn di cih de ye û mafê azadiya raman nehatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku cezayê birîna mûçeyan û cezayê lomeyê binpêkirin nîne.