Li pêşiya HDP’ê provokasyon 2022-07-29 13:10:59   AMED - Celîl Begdaş ê ku beriya niha li pêşiya HDP dihat sekinandin û provokasyonan dikir vê carê jî hat avahiya HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê û heqaret li endam û rêveberên HDP'ê kir.    Celîl Begdaş ê ku bi talîmatên Wezareta Karên Navxweyî li pêşiya avahiyê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê tên sekinandin vê carê provokosyonên xwe li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê domand. Begdaş hat pêşiya avahiya HD'ê û heqaret li endam û rêveberên HDP’ê yên li hundir bûn kir. Endam û rêveberên HDP'ê bertek nîşanî Begdaş dan.    Balkêş bû ku polîsên li pêşiya HDP’ê disekinîn, ji dewsa Begdaş mudaxileyê welatiyekî bertek nîşanî Begdaş da, kirin. Dorpêça polîsan a li pêşiya buroya HDP’ê berdewam dike û Begdaş jî piştî bertekên esnaf û rêveberên HDP'ê ji qadê hate dûrxistin.